Çiyayê Kurmênc-Lêkolîn-Xaknîgarî-Dr.Mehemed Ebdo Elî
Li destpêkê, û dema ku me dest
bi vî karî û bi vê lêkolînê kir, tenê me xwast li ser bingeh û wateya navên
Xaknîgarî li navça Çi.Kurmênc (Efrînê) rawestin, sedem jî ew bû, ku çend pirtûk
li ser mijara navên xaknîgarî û warên şên li Sûryê û li Libnanê hatin weşandin,
gelek navên Na.Efrînê jî tê de hebûn, lê mixabin pirek ji wan navan bi şêweyekî
ne rast hati bûn şirovekirin, gelek navên ku ji binyata xwe de Kurdî û resen in
jî, vegerandi bûn Aramî, Siryanî, Tirkî, Erebî, Farisî … û hwd.
Ji bilî ku ew mijar bi xwe jî mijareke balkêş û giring e, û hêja ye ku mirov pir guh bidê. Çinkî sûdine din jî dê jê hebin, wek: Mirov kane di riya wan re, rewşên navça Çi.Kurmênc di serdemên dîrokî yên têvel de nas bike. Ji ber ku, gelek caran, di riya navên xaknîgarî re, rewşên civakî û nijadî yên navçekê tên nasîn, carina jî ew demên dîrokî ku tê re derbas bûne jî dest nîşan dikin.
Dema ku em di mijara navan de
dixebitîn, me pêwîst dît, ku em kurtelêkolînekê li derbarê rewşên xaknîgarî yên
tevahî ji Na.Efrînê re bikin. Me ew lêkolîn jî danî destpêka pirtûkê.
Bi tevahî, armanca me ji vê
pirtûkê ew bû, ku em van mijarên sereke rave bikin, û van encaman jê wergrin:
Yek: Binavkirinên kevin ên li navça Çi.Kurmênc bidin
nasîn. Em bawer dikin, ku ew zanîn dê ji kesên guh didin “zanînên mirovane” re
gelek sûdar bin. Me ji bo pêkanîna vê yekê, seredana piraniya gundên navçeyê
kir, û piraniya salix û dîmenên wan ên Xaknîgarî yên girig jî dîtin û nas
kirin.
Didu: Me beşê diduyan ji pirtûkê, wek lêkolîneke salixdanî
ye kurtkirî ji dîmen û pergalên kendûkorî û Xaknîgarî yên berz re danî, û
binavkirinên wan ên herêmkî yên resen jî hewaldan.
Sisê: Em bawer dikin, ku di riya wateya navan re, emê kani
bin nijadên ku li demên dîrokî gihîştine navçê, nas bikin, û herwiha hin
rastiyên dîrokî jî tomar bikin.
Ji bo pêkanîna van mijaran, me
sê jêderên sereke bi kar anîn:
1. Jêderên nivîskî, ew li dawiya pirtûkê hatine danîn.
2. Şêniyê navçê û kesên ku guh didin wan mijaran û pê dizanin.
3. Zanîna me ya taybet. Ji ber ku, em jî
têra xwe bi rêzimana zimanê Kurdî û veguhastina bêjeyên wî dizanim. Çinkî,
lêkolînvanên bilî me jî, ango yên Ereb, Siryan… wan jî şêweya veguhastina
zimanî di warê diyarkirina wateyên navan de bikar anîne, me jî wek wan kir, û
di hin deran de li şopa wan çûn.
Ma em bêjin,
ku:
Mamosteyê
dibistanê ya zanîna Xaknîgariyê rêzdar Xalid Dîko, bi têbînên xwe yên
hêja, alikariyeke pir baş, ji bo amadekirina beşê yekê ji pirtûkê ji me re kir,
û li beşên din jî vegerî.
Her du
mamosteyên hêja Mistefa Henan û Siyamend Birîm jî bi hûrnêrînî li
tîprêz û lêdana komputerê vegerîn.
Em wan her sê
dostan û hemî kesên ku alîkariya me kirine spas dikin.
Hêvîdar im, di
vî karî de ser keftî bim.
Dr.Mihemed.
E. Elî
ليست هناك تعليقات: