Luqman Yûsif-Çîroka Mirîşo 2015
Luqman Yûsif-Çîroka Mirîşo 2015
Ev bû demek dirêj min ji gund barkiriye,lê rojeke bi tenê jî gundê Tişhîrê ji bîra min ne çûye.
Ew gundê ku min zaroktî û biçûkanî û hem jî demek ji xortaniya xwe lê bihûrandibû.
Havîn bi dawî bû,payîzê bi ba û bablîsokên xwe dest pê kir.Pelên daran çilmisîn û dest
bi zerbûnê kirin mîna mirovekî bigihe dawiya temenê xwe û bimîne li benda mirinê.
Karê rojan e li bajarê Qamişlo kêm bû û her serê du-sê rojan yan rojekê bi dest min
diket yan ne diket.Ew roja ku bidest min ketibane jî bi nanezikê bû !. Di vê valabûna min
de hate serê min ku ez berê xwe bidime gundê Tişhîrê. Hem ezê li wir serekî li heval û hogirên
xwe bidim û hem ezê axa gundê xwe jî bîn bikim. Êvarî,min Piskilêtê xwe saskar kir,min hinek meywe ji sêv û pirteqanan kirîn û sibihê zû min berê xwe da riya gundê Tişhîrê. Gundê Tişhîr li bareşî bajarê Qamişlo dikeve û bi bîst kîlometran jê dûr e
Nivîskar: Luqman Yûsif
Navê pirtûkê: Çîroka Mirîşo
Hejmara rûpelan:68
Sala belavkirinê:2015
Zimanê Pirtûkê: Kurmancî
Luqman Yûsif-Çîroka Mirîşo 2015
Reviewed by
Niviskar
on
ديسمبر 05, 2018
Rating:
5
Luqman Yûsif-Çîroka Mirîşo 2015 Ev bû demek dirêj min ji gund barkiriye,lê rojeke bi tenê jî gundê Tişhîrê ji bîra min ne çûye. E...
Girêday mijarê
ليست هناك تعليقات: