M. Emîn Sadûn-Hizir û Ramanên veder
Seydayê M. Emîn Sadûn, berî
bikeve di zîndan û girtîgehê de, li ser xebata xwe ya siyasî û rewşenbîrî, reşnivîsa
(Hizir û Ramanên veder) ji min re şandibû, lê ji ber ku heyamekî dirêj
ma di girtîgehê de, hindekî çapkirina vê pertûkê li paş ket, û tevlî ku Seydayê
M. Emîn Sadûn pêdivî nîne bidim nasîn ji ber ku ew kesayetiyeke navdar û
berniyas e, û xudan xebat û kedeke mezin e, nemaze di warê zimanê kurdî de, lê
dibe ku gelek jî wî nas nakin ji ber ku gelek nivîskarên kurd navên nehînî ji
ber sitem û zordariya rijêma Sûriyê li ser gelê kurd û nemaze li ser siyasetmedar
û nivîskaran, navên nehînî dinivîsandin û navê seyda M. Emîn di gelek nivîsên
xwe de bi navê M.Emîn û Diyar Ehmed û M.Emîn koçerî hatiye... M. Emîn Sadûn,
tevlî ku em wek du malbat her li ser dewra bav û bapîrên me, dost û xizim û
nasên hev in, lê min ew li Şamê di salên nutan de li dema xwendevan li
zanîngeha endezyariyê nas kir, wek xwendevanekî çalak û behsa wî bi qehremanî û
bi helwestên kurdînî dihat kirin nemaze li zanîngehê û di kongirê yekîtiya
xwendevanan de ku rolek wî yê giring ê çavnetirs hebû di şirovekirina doza kurdî
û şermezarkirina siyasetên rijêmê yên dijî gelê kurd de, nemaze derbarê
pirojeya zinara erebî û serjimêriya regezperistî ya li parêzgeha Hisîça çêbûyî
li ser destê desthilata Şamê ji bo standina nasnameya Sûrî ji hezaran malbatên
kurd ku malbata mam Reşîd jî yek ji wan malbatan bû yên bêpar ji nasnameya
sûrî. Lê nasîbûna min ligel seyda M.Emîn zêdetir bû li dema vegera bajarê
Dêrikê û rabû ligel çend nivîskarên deverê bi girêdana kor û simînarên edebî û
rewşenbîrî û damezrandina komele û girûpên rewşenbîrî û çalakiyên rewşenbîrî
wek mihrecana helbesta kurdî û çîrokê, ku roleke wî ya sereke hebû di xebat û çalakiyên
rewşenbîrî yên cuda cuda de, tevlî xebata wî ya siyasî ya nekêmtir ji ya rewşenbîrî,
herwiha ji ber rola wî
ya mezin rastî gelek astengî û arîşeyan hat û ji karê
xwe yê fermî wek endezyar hat dûrkirin û rûbirû gefên dezgehê ewlekariya rijêmê
bû, lê ev yek nebû kosp û kelem li pêşiya kar û xebata wî, berovajî ku xebata
xwe zêdetir kir û ber bi astekî bilindtir bir heta wê radeyê ku roleke wî ya
giring hebû di damezrandina yekemîn Yekîtiya Nivîkarên kurd li sala (2013)an û
paşê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û bû endamê desteya rêveber û nivîs
û gotar di gelek kovar, malper û rojnameyên kurdî de belav kirine û li sala
(2012)an û bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê û bi piştgiriyeke
taybetî ji têkoşerê zîndankirî Behzad Dorsin, rabû bi damezrandina peymangeha
Bedirxan a zimanê kurdî li bajarê Dêrikê, wek yekem peymangeheke nemûneyî li
sala (2012) an, ya fêrkirina zimanê kurdî li ser astê deverê bi taybetî û li
ser astê kurdistana Sûriyê bi giştî, û herwiha ji bo timamkirina pirojeyê fêrkirina
zimanê kurdî rabû bi dirustkirina pertûkxaneyeke kurdî bi navê "pertûkxaneya
Barzanîyê nemir", tevlî beşdarîkirina çendîn kongirên rewşenbîrî li Dihok û
Hewlêrê... Hêjayê gotinê ye bêjim: ku M. Emîn Reşîd Sadûn, xelkê gundê Giresor
e yê ser bi devera Dêrika Hemko ye, jidayîkbûyî sala (1967) ye, derçûyî zanîngeha
Şamê kolîja endezariyê ye, û herwiha ya pêtiviye amaje bi wê yekê bikim ku
xelkê gundê Giresor wek tevaya gundên sînorî yên li ser sînorê kurdistana başûr,
ked û xebatek wan a giring heye di şoreşa Berzaniyê nemir de, nemaze ku mam Reşîd
xebateke mezin di vî alî de ji bo kurdayetiyê û pêşmergeyên kurdistanê heye û
xelkê deverê vê tiştî wek erkekî netewî dibînin û pê serbilind in, lewra
dikarim bêjim ku ev leheng ji pişta wî lehengî ye... Li dawiyê destxweşiyê li
mamoste dikim û hêviya serkeftinê bo dixwazim.. Ebdulezîz Mela Qasim Elmaniya
09 adara 2018 ê Z
ليست هناك تعليقات: