MELE XELÎLÊ SÊRTÎ-Nehc-ul Enam-Helbest
Mele Xelîl di sala 1754'an li Hîzanê hatibû dinê. Ew endamê malbateka ku gelek alim û zana derxistibûn. Bavê wî Mele Hisen û kalê wî Mele Xalîd jî zanayên dînê Îslamê bûn. Di salên xweyên biçûk de li cem bavê xwe dest bi hînbûna, Qur'anê kiriye. Li bavê xwe şunda li medreseyên din jî ders helgirt û îcazeta xwe ji medreseya Îmadiyê ji Mele Mehmûdê Bahdînî girt.
Ji pê re wî meyl û şop da sofîtîyê kir û êntîsaba yek ji şêxênqedirîyê Şêx Ehmed Reşîd kir û di terîqetê de derbaza mertebeyên terîqetêyê pêşin bû. Ew li ser fiqih, hedîs û tefsîrê pêşve çû û li medreseyê Meydanê penc salan ders dan. Pê re koça hêlê Sêrtê kir. Wî dest bi nivisîna helbestan ji pê der xistina fermanekê bo birayî xwe Mele Îsmaîlê Hîzanî re dike. Wî di sala 1843an de wefat kir. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûkên ku di medreseyên Kurdan de dihatinî xwendin nivisîbûn.
ليست هناك تعليقات: