TAHIR DÎNARÎ-NÛBER-HELBEST
TAHIR DÎNAEÎ kî ye ?
Bi nav Tahir e, ji gundê Dînara yê Tora Kerboran e. Kurê Evdirehmanê kurê Tahirê Mela Evdila ye. Di cotmeha sala 1983an de li Nisêbîna Mêrdînê ji diya xwe re hatiye dinê.
Di nav hejarî û belengaziyê de mezin bûye. Xwendina wî ji xwezayê
tê. Derfet çênebûne ku here dibistanê. Kesî xwendin fêrî wî nekiriye. Loma wek
hevalên xwe li dibistanan nexwendiye. Ji deh saliya xwe ve temenê wî li tevrik
û matotan derbasbûye heta 15 saliya xwe ku dibe evîndarê temburê.
Di 17 saliya xwe de dil dikeve keçeke ji seyidên Torê. Ji
sedemne feodal û cûrbecûr dibîne ku evîna wî jê dûr dikeve. Bi hênceta ji bin
bandora evîna keçika Torî derkeve ew dest davêje pirtûkên helbestan ên klasîk û
hin pirtûkên zanayên dinyayê... Paşre hezkirina mirov û welat di dilê wî de zîl
dide. Di vê navberê de nêzîkî çar sed pirtûkan dixwîne.
Niha li Qonyayê dijî û karê înşeetan dike ji bo debara
malbeta xwe. Helbestên wî bi pîvan û li ser weznê hatine ristin. Li ser mijarên
evînî mentiq û welatparêzî û hevaltî û bi hin hestên cûrbecûr helbest nivîsîne.
ليست هناك تعليقات: