MEHMÛD SEBRÎ(Evîndarê Xemgîn-Doza giran û umîd xwezgayên tevlîhev-HELBEST
Ez bi hêvî me, ku ev çend rûpelên bi xameya min
hatine nigar kirin. Hindek wêneyên sipehî ji
taybetiyên gelê me bidin xuyakirin. Û bibin
pişkdariyek di ronîkirina rewşa gelê me de.
Ez bi hêvî me ku ev xame ji erkê xwe, di gotina
rast û azad de – bi şûn de nemîne. Û her piştgir be,
ji bo xebatkar û şoreşgeran, li hola berevaniya
doza me ya rewa, bê tirs û bê dirêxî.
Ez bi hêvî me ku xameya min, bi erkê xwe rabe,
di berevaniya mafên gelê me yê sitembar de, û di
piştgiriya doza welatê me yê perçebûyî û
talanbûyî de, çendî ku zordar û sitemkar, henase û
bihna me û xameyên me tevde – di çikînin, û
nahêlin bêne der.
Ez umîdewarim ku ev helbestên min – bibin
pişkdarî di danasîna xûy û rewiştên me yên paqij
de, û danasîna hest û sawîrên me yên dilovan û
emekdariya kesên gelê me di reftara civakî û
dilovanî de.
Ez kêf-xweşim ku rengên dilovaniya kesên Kurd,
û emekdariya wan, ji heval û hogiran re, ji dost û
evîndaran re – bidim xuyakirin. Û ez şadim ku
hinek rastiyên dan û sitandina civakî, û hin hest û
sawîrên dilovanî, li gorey rewiştên me yên pak –
bi xameya min – bêne nigarkirin.
Ez bi hêvî me ji xwendevanên hêja, ku çavên xwe,
ji kêmasiyên di raman û hest û ezmûnên mi de –
bi girin, çikû koledaran rê ne dane ku raman û
hestên me – bi serbestî, bêne der.
Ez her hêvîdarê lêbûrînê me.
Mehmûd ê Sebrî
Jiyan û Berhemên wî
Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937 ê zde hatiye
cihanê.
Li gundê Çetela Kîkan, Ji devera Dirbêsiyê, ji parêzgeha
Cizîrê (Hesekê), li Sûriya.
Û zarokiya xwe li gundê Melek, ji devera Dirbêsiyê derbas
kiriye.
Li vî gundî û heft gundên hawîr wî, dibi-stanên fermî nebûn,
û bi vê egerê Mehmûd di heftsaliya xwe de, fêrî Qur'ana pîroz bû li nik melayê
gund.
Paşê8-9 salan li nik melayên Kurd li Cizîrê, zanîna oldariya
Islamî û rêzimanê Erebî-xwend, û di vî warî de têgihştina wî ya zanistî ber bi
çav bû.
Û di sala 1960 de, bi alîkariya seydayê xwe mela Ebdulla yê
Qertimînî, du mehan li dibistana malbata Xeznewî ya navendî xwend bi hêviya ku
karibe dakeve ezmûna
bawernameya navendî, çikû bawernameya qonaxa seretayî bi wî
re nebû ewa ku merc bû jibo ezmûna navendî.
Di meha Çirya pêşîn de ji sala 1960 şewata sînema Amûdê rû
da, û sedên zarokên kurd di wê de hatin sotin, di vê komkujiya ku gelek gumanên
gunehkariya desthilata Sûrî tê de hebûn.
Mehmûdê Sebrî û hin hevalên xwe û tevaya Kurdên azadîxwaz
hêrs bûn di wê rûdana diltezîn de, û Mehmûd û hevalên xwe civînek bi dizî li
darxistin û di wê de desthilat tawanbar kirin.
Şêx Izeddînê Xeznewî nûçeya wê civînê bihîst.
Diyare ku bi wê tûre bû, û piştî du rojan qasidekî wî bi
Mehmûd da zanîn ku ew bi navê dibistana wannikare dakeve ezmûna navendî.
Mehmûd naçar bû vegeriya mala xwe, û bi xwendina azad û
koşanên xwe yên taybet daket ezmûna navendiya fermî, bi mercê
ku di her sê polên navendî de ezmûnê pêşkêş bike, çikû
bawernameya qonaxa seretayî li nik wî nîne.
Mehmûd ezmûn bi serkeftin pêşkêş kir û bawernameya navendiya
fermî wergirt di sala 1961 de.
Piştî wergirtina navendiya fermî Mehmûd bû mamostayê şwînkar
sê salan li Parêz-geha Dêrazorê, jiber ku ew kar li Cizîrê bi dest wî ne ket,
bi hoyên şofînî.
Û herwiha da pey xwendina qonaxa duwemînî, û bi awayê azad
ezmûna her du polên pêşîn ji qonaxa duwemînî bi ser-keftin pêşkêş kir.
Û di sala 1965 de bawernameya qonaxa duwemînî (Bekelorya)
wergirt.
Piştî wergirtina Bekelorya û karê sê sal mamostayê şûnkar,
Mehmûd ezmûna ma-mostayê fermî(polê Taybet) li amojgeha (peymangeha) Şamê, bi
serkeftin pêşkêş kir, di sala1966 de.
Paşê Mehmûd dest bi xwendina zanîngehî kir li zankoya Şamê,
li beşê mafnasî û yasayê, û di sala 1970 de, bawernameya Lîsans wergirt.
Û di sala 1971 de, li peymangeha pilan-danînê ya neteweyên
yekgirtî, dest bi xwendina diploma geşepêdana abûrî û civakî kir.
Û di sala 1972 an de bawernameya wê wergirt.
Mehmûd ê Sebrî endamê komîta birêve-birina govara Xunav bû,
û nivîskarekî wê yî serekî bû, û18 jimar ji vê govarê pêk anîn.
Mehmûd ê Sebrî endamê komîta amedekar ya mihrecana rista
kurdî ye li Sûriya û hem endamê komîta rexnekariya ristên ku di wê de têne
pêşkêş kirin.
Mehmdê Sebrî ji sala 1959a ta sala 1997a, di nav rêkxistina
azadiya Kurdî de, derbas kir û di 25 sala ji wan de,di komîtên pileyên bilind
de kar kiriye.
Û nuha Mehmûd ê Sebrî di sala 80 an de, ji temenê xwe dijî.
Û temenê wî yê mayî bi goriya azadî-xwazên kurd û gelan teva
be.
Hevjîna wî heye û du keçên wî doktorên nojdarin, û hem du
kurên wî jî doktorên nojdarin, kur û keçek wî endazyarin, û du keçên wî bi
bawernameya lîsansa Fransizî û Erebî wane kar in di qonaxa duym de.
Berhemên Mehmûd ê Sebrî ev in:
1-Nigarên kul û derdên
jiyanê(helbest)1996.Z
2-Nerînek di terazû ya ristên
Kurdî de(vekolîn)1997.Z
3-Geştek li nav baxê ristên
Cizîrî (beşê yekem)2000.Z
4-Hin hest û ramanên netewî û
civakî 2002.Z
5-Geştek li nav baxê ristên
Cizîrî (beşê duyem)2003.Z
6-Doza giran û umîd û xwezga
yên tevlihev (beşê yekem) helbest 2006.Z
7-Doza giran û umîd û
xwezgayên tevlihev (birra duyem) helbest 2007.Z
8-Nasnameya Kurdî li sûrya
(vekolîn) 2011.Z
9-Cengên xaçparêzî û
şikodarîya berevanîya Kurdî (vekolîn)2013.Z
10-Salixên merd û zîbayên Kurd
(helbest)2017.Z
Hesekê 2017. Z
ليست هناك تعليقات: