Ev çend helbestên min hatibûn
ristin di hin
Demên têvil de.û hin ji wan
hatibûn çap
Kirin,di hin pirtûkên min ên
pexşan de,digel
ku çi pêwend di nav herdû
berheman de-nîne.
Ev bûyer bi egera qede'xebûna
zimanê me bû,
Ji xwendin û nivîsandinê,ta
bigihêje çapkirin
û peyvê,çikû gava derfetek
çapkirinê bi dest
me di ket ,tirs hebû ku yek dî
bi dest nekeve .
Ji ber vê yekê,mi xwest ji nû
ve,ez van ristan
çap bikim,di dîwane yek ser
bixwe de,digel hin
Helbestên min ên ne çap
bûyî.Her wuha min
Xwest ku hin bêjeyên ne hêsa
bin, li ser hin
Xwendevanan,di nav wan de-rave
bikim.
Ez bi hêvî me,ku xwendevan û
mereqdarên
Helbesta Kurdî-sûdê ji wan
wergirin.
Digel arezû û xwezgayên pêşveçûnê
,bo vî
Zimanê me yê bi rûmet û şêrîn.
ليست هناك تعليقات: