XEWNÊN ELENDÊ – Helbest - Vejîna Kurd
- XEWNÊN ELENDÊ – Helbest.
- Vejîna Kurd.
- Çapa yekê 2016z. 2628k.
- Amadekirina qabê: Yasêr Emîr
- Mafê çapê parastî ye.
Vejîna Kurd
li sala 1975an li bajarê Efrînê ji dayik bûye û ji rengîniya buhara herêmê fêrî
abeya jiyanê bûye.
Eşqa zimanê
Kurdî di rih û damarên wê re digere û
wek pêlên hênkahiyê xwe berdide nava hinavên wê, lewre tenê ew tîpên latînî
dikarin deşt û çiyayên hêviyên wê bi ber bikin.
Li sala
2012an li Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Efrînê ew fêrî rêzimanên Kurdî bû û piştre ew bû
endama wê saziyê û gelek korsên zimên fêr kirin.
Û ji wê salê de jî min dest bi
nivîsandina helbest û gotaran kir û di jiyana wêjeyî de bi navê Vejîna Kurd
hate naskirin.
- Yek ji
damazrênerê komela Rewşen Bedirxan a Jinên Kurd li Efrînê ye û herweha
berpisyara rojnama Rewşen e.
Rojname bi zimanê Kurdî û Erebî dihate weşandin.
Ew civakî û çandî bû û 26 hejmar ji wê hatin weşandin.
Mixabin bi dagirkirina
Efrînê re ew rawestî.
Hêjayî gotinê ye ku piraniya pênûsên Rewşenê yên jinan
bûn û di riya wê re gelek jin derbasî
jiyana wêjeyî bûn û îro hin ji wan xwedî berhemên çapkirî ne..
- Gotar,
helbest û çîrokên Vejînê di gelek kovar û rojnameyên Kurdî li hindur û derveyê
welêt û hin malperên Kurdî de jî tên weşandin.
Berhemên
çapkirî:
1-XEWNÊN
ELENDÊ, komehelbest.. li Efrînê sala 2016an hate çapkirin.
2-HAWARINE
EFRÎNÎ, roman.. sala 2018an. Çapa yekem ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûrî li Qamişlo hate çapkirin.
Û çapa duyem li Elmaniya hate çapkirin.
3-PENCEREYÊN
ÊŞÊ korteçîrok li Elmaniya sala 2019an hate çapkirin.
Li sala
2018an li roja helbesta Kurdî li Essen - Elmaniya ji aliyê Yekîtiya giştî a
Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê YNRKS Vejîna Kurd hate xelatkirin.
Helbest pelandina kemalê ye, kemala, ku qet bi dawî nabe, û pêk nayê, lêgerîna herheyî ye, peyvan derbas dike, an jî bi gotineke din, kirasê peyvan fireh dike, gelek wateyan ji peyvekê dizeyîne, pêre jî zimanekî nû dafirîne, ev ziman zimanê afrînê ye, û afrîn kirike mirovanî ye, realîteya nasbûyî hildiweşîne, û yekeke nenasbûyî dizeyîne.
Aferîn, bi vê wateya xwe, boҫûna kilasîkan, ku digotin divê gotin bi qasî wateyê bin, hildiweşîne. Ҫima? Ji ber ku peyv pirêcaran li hember derbirîna hestan, ji hal dikevin, lal dibin, û nikarin delameta xwe pêk bînin. Pevy bi wateya xwe ya ferhengî sînorbûyî ye, û wate fireh e, ne sînorbûyî ye, dê ҫawa tiştekî sînorbûyî bikaribe yê nesînorbûyî biderbirîne? Ev yeka tenê bi awayekî pêk tê, ew jî ew e, ku em peyvê jî, wek wateyê bê sînor bikin, em wê ji sînoran rizgar bikin; ango wê jî mezin û fireh bikin. Dê ҫawa peyv fireh bibe?
Ev boҫûna me nakeve pey ҫêkirina peyvine nû, ku di ferhengan de nîn in, belê em weha diҫin, ku awayê xebitandina peyvan biguhêrin, peyvan bi awayekî din bixebitînin, ku ji xwener ve were xuyan, ku gelek peyv ji peyvekê diherikin, da were xuyan, ku zimanekî din ji yê pêşîn peyda bûye. Ev yeka tenê bi riya mecazê pêk tê, pêre jî zimanê helbestê dibe zimanekî mecazî. Ka em bi awayê piratîk van boҫûnan binerin. Vejîn di helbesta (Dildar im) de dibêje:
Heyder Omar
ليست هناك تعليقات: