Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Xelata xwe ya salane diyarî nivîskara kurd Bêwar Ibrahîm kir
Îro 29.7.2019
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya diyariya xwe a salane li baregeha
xwe li Qamişlo terxan kir, diyariya salane ya ku her sal di pêncê gulanê de,
Roja Zimanê Kurdî, tê terxankirin ji nivîskarekî /nivîskareke kurd re li
Kurdistana Sûriya.
Bi amadebûneke girs ji nivîskar, rewşenbîr, nûnerên partiyên
kurdî û kesên guhdanê didin warê rewşenbîrî û wêjeyî, û bi amadebûnek fereh ji
ragihandinê.
Îsal xelata salane ya çaran hat terxandin ji bo romanivîs û
helbestvana Kurd Bêwar Ibrahîm a ku hemî şiyanên xwe yên ramyarî û wêjeyî
xistin bin xizmeta ziman û wêjeya kurdî de.
Ahingê destpê kir bi xuleyek bê deng ser canên pakrewanên
kurdistanê ,êdî mamoste Mihemed Ebdê endamê desteya rêvebir a yekîtiyê
bixêrhatina mihvanan kir, pişt re mamoste Luqman Yûsif cîgirê seroka yekîtiyê
gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya pêşkêş kir, û nivîskara hêja Bêwar
Ibrahîm gotineke balkêş da bi rengê çîrokekê ku bandora wê baş hat xwiyakirin
li ser mihvanan, tê de kurtejiyana wê qîza lehing "Bêwar" da
diyarkirin ku ew jî mîna her keçeke kurd tûşî zehmetiyan hatiye, lê karîbû
bergiriyê bike û li hember vê jiyanê xwe ragire û bibe nivîskareke bi nav û
deng.
Hêja ye gotinê ku ev diyarî her sal di pêncê gulanê de tê
diyarkirin bi bûneya Roja Zimanê Kurdî, lê ji ber sedemine taybet hate
paşxistin ta vê rojê
Em jî bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
pîrozbahiya mamoste Bêwar dikin û em bi hêvî ne ku berdewam be di karê nivîsînê
de ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

ليست هناك تعليقات: