Komîteya 24emîn mihrecana helbesta kurdî li Sûriya di kongirekî çapemeniyê de xelata şahnaziyê radestî mamosta Deham Ebdulfetah dike û
Xelata rêzgirtinê diyarî nemir Mele Beşîr Şêx
Zahir (BÊXEW) kir
:Ev daxwiyanî hate xwendin
KOMÎTEYA
MIHRECANA HELBESTA KURDÎ LI SÛRIYA
daxwanî hate xwendin ji layê endamê komîteyê mamoste Bavê Helbest ve,paş re navên helbestvanên ku helbestên wan hatibûn pejrandin ji layê mamoste bavê Nisrîn ve ku hijmara wan giha 35 helbestvanî
Daxuyanî
Mihrecana helbesta Kurdî, ji sala 1993'an ve
berdewam li bajar û bajorokên kurdistana Sûriya lidar dikeve, û Mihrecana
helbesta kurdî bûye beşek ji tekoşîna gelê kurd bi tevayî, di pêvajoya xwe de
rastî gelek astengiyan hatiye, nemaze berî sala 2011'an ji çavdêriyê û gef û
zirtan ta bi girtin û zindanê.
Lê ji wî
çaxî û şûnda piştî ku destên rêjîmê ji herêmên kurdan hate kişandin bi rengekî fermî û rêkûpêk Mihrecan lidar dikevin.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê Komîteya amadekar
hin caran helbest tên çap û belav kirin, û ji roja lidarxistina yekemîn
mihrecan û heta niha, her sal helbestvanek dihête xelat kirin weke (bawenameya
şanaziyê) di ber ked û xebata wî ya giştî di ber helbest, ziman û çanda kurdî
de, tevî ku ked û xebata hemû nivîskaran li berçav dihêt girtin û cihê spasiyê
ye, û Komîte her sal xwe nû dike bi tevlîbûna endamin nû, ji bo birêvebirina
karûbarên Mihrecanê bi tevayî. Komîteya 24an karê xwe bi dawî kir bi hemû
rengan çi ji aliyê wergirtina helbestan û nirixandin, çapkirin û rêzkirina wan
wisa jî karê lojîstî û hûremûrên bi karê wê ve yên girêdayî.
Mamosta
deham Ebdulfetah hate helbijartin bo Bawernameya Şanaziyê a 24'emîn Mihrecana
Helbesta Kurdî ,loma me serdana mala wî kir û rîportacek li ser jiyan û berhemên wî amede kir.
Herweha me
dît nemir helbestvan BÊXEW(MELE BEŞÎR ŞÊX ZAHIR) hêjayî bibîranîn û xelata
rêzgirtinê ye.
Roja mihrecanê hatibû destnîşan kirin ku wê li
Qamişlo hola Efrîn, li roja 25.10.2019an hatibe lidar xistin, lê mixabin ji ber
êrîşên hovane yên Tirkiyê û çeteyên wê, ku beşeke welatê me careke din hate
dagîrkirin û miletê me koçber û derbider bû, mal û milk hatin dizîn û
wêrankirin, tevî bi sedan şehîd û birîndar di nav de jin û mêr û zarok li ser
destê dijminê me ji bo qirkirina gelê me û guhertina demografiya welatê me,
lewra me dît ku em civateke awarte derbarî rewşa nû lidar bixin û têde bi
tevayî em gihuştin van beryaran.
1-Mihrecanê
bi rengê salên berê neyê lidar xistin.
2-Radestkirina Bawernameya şaniziyê bo mamuste
DEHAM EBDULFETAH.
3-Radestkirina
xelata Rêzgirtinê bo berhemên nemir BÊXEW(MELE BEŞÎR ŞÊX ZAHIR.
4-jimartina vê mihrecanê di rêza hejmara
mihrecanan de.
5-Komîte wê berdewam be di karê xwe de ta mihrecana
Zîvîn bidawî be.
6-Çapkirina helbestên hatine pijirandin û
ketin rêza xwendinê de.
7-Ragihandina van beryaran di kongirekî çapememeniyê
de.
Bijî kurd û kurdistan Silav bo giyanê
pakrewanan
Komîteya mihrecana
helbesta Kurdî li Sûriya
Qamişlo
13.12.2019
Hêvî û
omîdên me pirin ji her dezgehkî kurdî,ku li nivîskar û rewşenbîr,helbestvan û
rexnegîr û wîjevanên xwe xwedî derkevin,û bi wan re alîkar bin çinkî ew in yên
ku
Danan: Birahîm Qasim
Kurte jiyana
:Mamoste Deham
Ebdulfetah
Deham
Ebdulfetah berî hertiştî miroveke ji binemaleke kurdperwer e û xudan dîroke ke
zindî û ronî ye.
Di kar û
xebata netewî de,aşiq û hezkerê wêje û ziman û edebiyata kurdî ye, piştî têgihiştin
û zanîna ekadîmî di warê wêjeya erebî de,nivîskarekî serkevtî ye di gelek beşên
wêjeya wî zimanî de,lê her û her hastên kurdîniyê li nik wî pir bi hêz bûn,
loma xebat û karek bê rawestan dike di ber zimanekî paqij û standerd bi belge û
lêkolîneke berfereh di sazkirina pir arişe û kêşe yên di rêzimana kurdî de ji
ber encamên paşguhkirin û lênepirsîn û ne parastina zimanê kurdî ji encamên
tênegihştinê ji layê kurdan ve bitaybet, û dijîtiya zimanê kurdî ji layê djmin
ve bi giştî.
Li gundê
BELÊ ser devera bajarê Amûdê ve sala 1942 ê Deham Ebdulfetah ji dayîk bû ye, ew
jî wek nivşê xwe diçe perwerda bi zimanê Erebî dibistanên deverê de, paş re diçe
zanîngehê ta ku bawernameya lîsansê di beşê zimanê Erebî de ji zanîngeha Helbê
werdigre .
Bêgoman
hezkirna wî ji zimanê dayikê re bandora Cizîrî û Xanî û gelek helbestvan û
nivîskarên gewre mîna Bedirxaniyan û Cegerxwîn û Osman Sebrî û Reşîdê Kurd û
çendên dî yên navdêr lê dibin ,wesa wêjeya kurdî dibe pêwîsta wî a derûnî ,çi kanî
û çem û Golên avê têra melevaniya wî nakin ji ber wilo xwe çengî derya zimanê
kurdî dike.
Mamoste
Deham yek ji wan kesên ku îro hindik tên hijmartin wek xebat karekî bê beramber
di gelek beşên wêjeyê serkefvtî ye ,lêkolîn û rexne,helbest û ziman û
wergerandinê de .
Berhemên wî
yên ciwan û berketî ku herî pêwstî pirtûkxeneya kurdî bûn îro wek stêrkan
diçirisin.
;Berhemên wî
yên çapkirî ev in
1-pêwendî li
gel Kurdekî
2-Nêrînek
rexneyî li helbestên kurdî -vekolîn
3-li ber
dergihê laleş-Helbest
4-Hinek
aloziyên zimanê kurdî
5-Mûzîka
helbestên kurdî
6-Rastnivîsa
zimanê kurdî
7-Destana
gilgamiş -wergerandin
8-Nav di
zimanê kurdî de
9-Cînav di
zimanê kurdî de
10-Kar-Lêker
di zimanê kurdî de
11-yarîsan
12-Çarînên
Xeyam
13-Mistek ji
hêvî û arîşeyên zimanê kurdî
Îsal
Komîteya mihrecana helbesta kurdî biryar da ku xelata xwe a 24 mîn radestî mamoste Deham Ebdulfetah bike,û şandek ji endamên
komîteyê mêvandarî li mamoste Deham kir
Wî jî
pêşwazîke gerim li wan kir bi comerdî û dilxweşî bi erkê mala xwe rabû û bi
spasdarî hatina şandê nerxand û xelata wan bi şanazî pejirand .
rahiştîne mûm û şemalan û li ber
milet û gelê xwe ronahiyê dikin.
Danan: Birahîm Qasim
Helbestvan Mele Beşîr kî ye ?
Ew Muhemed Beşîr e kurê Şêx Zahir kurê Şêx
Mustefa yê Seyd Haşimê Şêx Mehmûdê Girbenî ye, Girben gundeke dikeve herêma midyadê kalikê Şêx Mehmûd
wesa dihate binavkirin ,Şêx
Mehmûdê Girbenî, ew bixwe yek ji
serkanên wî gundî bû ,ta noke jî mihraba wî li dar e xelkên deverê
seredanan li mehraba wî dikin. Herweha helbestvanê me nevîçîçirkê Girbeniye lê tê
naskirin binavê Mele Beşîrê Şêx Zahir,lê
ew xwe binavê wêjeyî dike BÊXEW.
Bavê wî
xêzana xwe koçberî başûr dike ji tirsa girtina xwe çinkî yek ji wan kurdên
pişikdarî Şoreşên Kurdî de bû, Mîna Şoreşa Ihsan Nûrî Paşa û Şoreşa Agirî
de,Xêzana xwe dihêle û carek dî vedgere û tevlî refên şoreşvanan dibe ta jiyana
xwe ji dest dide,wê demê jiyê helbestvanê me Mele Beşîr 12 e salî bû.
BÊXEW ango Mele Beşîr,ew ji
daykbûnê sala 1926an e li gundê Ezîmê ku dikeve bi ser devera Dêrka Hemko ve .
Li ber destê
Melayên deverê tê perwedekirin ta bawernameya olî werdigre bijiyê 23ê salî ve,
dibe Melayê gundê Şebek.
Di wî temenî
de bi dest helbesta kurdî dike bi şêweya kilasîk li ser sazbend û pêlewazan.
Wesa di
helbestek xwe de dibêje:
Temam
bîst û sisê bûne Melayê dîn
û dinya me
Kulê dil
nû ve der bûne Şev û roj nale nal
bûm ez
Piştî salekê
tenê, ji dev melatiyê berdide xwe tevlî bazirganiyê dike,û li gundê xwe ciyê
karê kirîn û firotinê dike.
Di sala
1957an de dibe yek ji endamên çalakvan di damezrandina Partiya Demuqrat a
Kurdistanê li Sûriya,piştî parçebûna partiyê navbera Rast Û Çep karê partîtiyê
radiwestîne û dimîne mirovek bê layen,û li dijî parçebûnê berdewam dike,wek ku
di helbesteke xwe de dibêje:
Xortê
hêja û zana Bilez çêkin yekîtî
Şêrê serê
çiyan e Bes e ya ku we dîtî
Hun tev
de yek biran e Li hev bikin xwidîtî
Pîlanê
dijmina ne roj kirin e
tarîtî
Herweha ew
dibîne ku parçebûn nakeve di xizmeta çareseriya kêşeya kurdî de .
Tuxmê we pir
hêja ye Nejadê kurdê arî
Berî hemî
kesa ye Bes e nekin neyarî
Gok li dest
dijmina ye Ji hev kirin sed parî
Ji bo me pir
bela ye Ew yemîn û yesarî
…
Di sala
1961ê de tê girtin û zîndan kirin bi
destê rijîma soriyê ,vê bûyerê jî dide diyarkirin di hebestekê de binavê GIRTINA
MIN.
Hezar û
Nihsed û Şêst û Yek bû
Sibata bê
dil ku bîst û Yek bû
Seher di
xwe de herbûm bi rojî
Cendirmeyê
Cemal bezî werjî
Da bû
devê der bê dîn û îman
Terez
û qeşmer qîr da ye asman
Girtim
girêdam bi qeyd û zincîr
Li hevdû
pêçam girtime esîr
piştî
berdanê jî gelek caran tê girtin û bincavkirin ,ji ber hovîtî ,ezkenc e û
lêdanê neçar dimîne û direve Beyrûtê paytexta Libnanê li wir 2 salan dimîne.
Mele Beşîr
ne tenê bizimanê kurdî dinvîsand her weku mirovekî têkihiştê zimanê Erebî bû
gelek helbest bi wî zimanî dinvîsand .
Bêxew pak û
dilzîz e,hezkirê welat û heval , xizim û xêzana xwe ye helbestekê bi zimanê
Erebî dinivîse li ser geliyekî beyrotê weha dibêje:
يلومونني أهلي بأنني هوائياً أيدرون بحالي أم قولاً خيالياً
فأين المحاسب والحسابات بينهم ألا أنهم يأتون من دفترٍ بالياً
أيا خالق الكون فهل أنت فاعلٌ أم الشر الآله له هو قاضياً
فإن كنت للخير إلهاً وقاسماً فهب لي من الخير أما الخيرُ جارياً
عسى أن ينجني من هو ولي ومحنتي كما هو ناجٍ للخليل وهادياً
Di dawiya helbesta xe de dibêje:
نظرت على واد الغدار ولا أدري كوادي الغدار حين يلمع وادياً
نسيم الصبا عند الشروق يذمر كأنهار المسك من سفوحها جارية
ولاحت عيوني بالبساتين فجأةً كأن قناديل بأنوار صافياً
ومن أعلى أغصان الحدائق أسمع كصوت الرباب في الفلاة مغنياً
Di sala
1973an de Mele Beşîr tê hibijartin
serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ji layê
gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd ve, Ta noke jî Muhra wê Yekîtiyê li rex
xêzana wî ye .
Ji hin berhemên
wî yên ku bidest me ketin ev in:
1-Sirûdê
Niştimanî-helbest -çapa Libnanê di sala1992an de.
2-Gaziya
Belengaza-helbest-çapa Dihokê di sala 2004an de.
Berhemên
nehatine çapkirin ev in:
1-Civata
Xema –Helbest
2-Felsefa
Hevalî-vewjartinek li ser bendan
3-Evîn û
Evîndarî-çîrokek helbestî
4-Komek
helbestên belav, bizmanê Erebî ji bilî gelek helbest û gotar bişûn xwe ve
hêliştin li rex hin dostên xwe yên Filistînî ji
rêxistina ALFETEH ji encama topebarankirna Beyrûtê ji layê ISRAIL ve hew
nema dikarî li wan dostan vegere û wanberheman bidest bixe .
Di destpêka
salên heftiyan de ew û hinek hevalên xwe berê xwe didin başûrê Kurdistanê
mixabin di sînorî de Dîwanek xwe winda dike.
Kurê Mele
Beşîr,Haşim dibêje:
(Gelek
hevalên bavê min hebûn ji wan yên ku tên bîra min çendekin mîna
–Cegerxwîn-Mehemed Berzencî-Ebdulê Melê-Elî Ebdulqadirê Hebeş-Derwêşê Mele
Silêman-Ehmedê Neyo-Wehîdê Milî-Bavê Şîrîn….hd).
Helbestvanê me wek leşkerekê bê nav, kar û
xebat diber netewa xwe de bê rawestan dikir, li ser qeyran û bûyerên zor û
stema dijmin destberxweredayî ne dikir bê
hedan û,kela kurdîniyê ew ber ne dida.
Li ser
şewata Sînema Amûdê û gelek bûyrande helbest nivîsandin di helbesteke xwe de binavê ŞÎNA ŞEWATA AMÛDA DIL BI KUL wesa
digot:
Hezar û
nihsed û şêstê sersar
Do sisê
çirya paşyê bû êvar
Qîrîn û
gazî nalîneke kûr
Hat guhê
miletê kurdê bê çar
D` bajarê
Amûdê bû girî û şîn
J` layê
sînema xwenda bû hewar
Ji qîz û
xorta tevde qutabî
B` sedan
man dinav agirê dijwar
Mele Beşîr
ew yek ji wan kurdên ku hêvî û baweryên xwe li ser ksatiya nemir Noredîn Zaza ava dikir,piştî dûrbûna wî ji karê partiyê,peyameke bi helbest
jê re dirêke jêr navê Ey dil.
Ey dil
bese lo tu meke qîrîn
Ageh min
heye ti bûye xemgîn
Derdê min
û tê nema tên zanîn
Kûrtir ji
derdê Ferhad û Şîrîn
Ji encama
nakokiyên navbera siyasetmedar û rewşenbîrên wê demê de, li ser neyekrêziya
bizava kurdî, car carn ew nakokî di peyam û stiran û helbestan de diyar dibûn.
Dema
Helbestvanê me ê mezin nemir Cegerxwîn helbesta binavê DÎkê Xerza belav
kirî kete dinav destê milet de,wê çaxê Mele Beşîr bersiva Cegerxwînî bi
hinek hişkayî da weha got:
Cegerxwînê
şehreza Xwdanê dîkê xerza
Ew cîroka te
gotî Ew bi pera firotî
Li ser Elokû
Qaza Li xerza û li zaza
Serî vêra
hejandî Dil me pê re helandî
Bi dev dibê
cegerxwîn bi dil dibê xem revîn
Dîkê pêşî me
nas kir. Dîkê paşî fenas kir
Herweha
berdewam dike û dibêje:
Tu ma yî
dîkê paşî Bi ritba xwe Yuzbaşî
Yuzbaşîyê
xewar e leşker dayî neyare
Binêre guh
bidêre Wisa bo te ne xêr e
Reş belekê te
danîn Ji bo te têne zanîn
Çend in ew
şêrê kurdî hebin bi rast û rindî
Dolabê te gerand
in Çavê we ne şikand in
Bide miletê
kurdan Nema bêje çi dewran
Rastî ew e
tu rûnê başîyê bike şûnê
Serê te bêt e
hildan em jî bibin ji kurdan
Piştî çend
salan Cegerxwîn bersivê bi
helbestekê dide lijêr navê (Ji Hevalekî Nezan re).
Ho hevalê
ciwanmêr
Kengî pisîk
dibin şêr
Rista te ya
pir ciwan
Pê xweş
dibin dil û can
Va ye giha
destê min
Ew jî wekî
ristê min
Têde êrîş
dibî me
Lê nizanî ez
kî me
Herweha cegerxwîn
di çend malikan de destxweşiyê li Mele Beşîr dike û nameya wî baş
dinerxîne :
Tiştê ko te
nivîsî
Weke cewher
di îsî
Li cem min
in xêzên te
Nivîsar û
rêzên te
Û carnan di
çend malikan de wek rexne li Mele Beşîr dike û dibêje:
Milet kî ye
li cem te?
Ev çi war e
çi semt e
Li rojnaman
binêre
Kî pisîk e
kî şêr e
Di dawiya
helbesta xwe de Cegerxwîn bi sîngeke fereh û bi hastên biratî û
dostaniyê diyar dike û dibêje:
Hevalê min ê
hêja
Guh mede van
qirêja
Welat welatê
me ye
Meydan gelek
fire ye
Ji dil bavê
gir û kîn
Dibî dostê
Cegerxwîn
Ev helbest
di Dîwana AŞTÎ a 8an de sala 1984an de hatiye, lê mixabin Helbestvanê me
Mele Beşîr ew sê salbûn çûbû ber
dilovaniya Xudê,di 4-11-1981an de li gundê Şebek jiyana xwe bi temenê 58 salî
li goristana gundê Girdêmê Helîmê li rex gorna birayê xwe ê biçûk Şêx
Bedredîn tê veşartin .
Nivîskar û
Helbestvanê Kurd Hesen Hişyar di pirtûka xwe a binavê Bîranînên min, navê
hin rewşenbîr û şêx û meleyan di destpêka tevgera kurdî, dinav wan de Mele
Beşîrê Şebek bikar tîne.
Lê kurê wî
Haşim weha dibêje: (Em piçûk bûn dema
Bavê me çû berdilovaniya Xudayê xwe,em man sêwî hejar û perîşan, mixabin
mirovekî yan partiyekê yan reşenbîrekî li bavê min xwedî derneket, lêpirsînek
yan vekolînek ji xebat û berhemên wî çap
ne kirin).
Isal
Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya 24mîn biryar da ku bawernameya rêzgirtinê
diyarî Nemir Mele Beşîr (Bêxew) bike ji ber kar û xebata wî a wêjeyî di warê
hebesta resn de, û radestî Kurê wî helbestvan Haşim bike.
ليست هناك تعليقات: