Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Daxwiyanî
Encûmena
Niştimanî Kurdî.
Partiyên
Yekîtiya Niştimanî.
Gelê Kurdê
xweragir:
Ev serê
demekê ye em wek yekîtiya nivîskarên Kurdistan sûriya van danûstandinên navbera
herdu aliyan dişopînin û çavenêrî serketin û pêşveçûnê ne.
Herweha ew
daxwaza hemû gelê kurd e seranserî Kurdistanê ye.
Em
pîrozbahiyê û piştgiriya van encamên ku pêkhatîn dikin, li gor daxwiyaniya
hevbeş di navbera herdû hêzên siyasî li rojavayê kurdistanê .
Gelî
hêjayan:
yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ji roja
damezirandina xwe ve pê bawer e ku çar e ji bilî yek rêziyê nîn e, loma sê
caran bi destpêşxeriyan rabû û gavnên baş jî avêtin , va ye îro em dibînin ew
hêvî û baweriyên me bicî dibin,helbet ev
jî cihê dilxweşiya me ye.
Em wek
yekitiya Nivîskarên kurdistana Sûriya di heman demê de alîkar û piştgîr in.
Spasiyên xwe ji serok Mes'ûd û Serok Niçîrvan û Cinêral Mezlûm re
radigihînin, hevêdar in ku berdewam bin ta ragihandina rêkeftina dawî.
Bijî Kurd û
Kurdistan.
Yekîtiya
Nivîskarên kurdistana Sûriya
Qamişlo
17/6/ 2020
ليست هناك تعليقات: