JI BÎRDANKA DÎROKÊ-LUQMAN YÛSIF
:Luqman yûsif
Di Sala 1965an de li gundê
Tilşe'îrê yê girêdayê navçeya Qamişilo çavên xwe li jiyanê vekirne
Xwendina xwe ya sertayî, navîn û lîsa li gund û bajarê Qamişlo bi
dawî kiriye û her weha wêjeya ferensî li zankoya Helebê xwendiye. e
Ew bi zimanê Kurdî bi herdu zaravên sereke kurmancî û soranî
dinvîsîne herweha bi zimanê Erebî û Firensî jî dinvîsîne û bi zimanê Tirkî baş daxive. e
:Berhemên wî yên çapkirî ev in
Reş û sipî komek çîrok û çîvanok*
Dîroka gundê Tilşe'îrê*
-Komek kurte çîrok bi sernavê Mirî şo*
-Komek kurte çîrok bi sernavê Dehşikê Şêx*
Hêviyên bi rê de Roman*
Biryara dadgehê Şano.*
Ji bîrdanka dîrokê Belgeyî*
:Berhemên
destnivîs
Dîwaneke helbestî*
Komek kurte çîrok*
Romanek*
Li ser naverokapirtûka wî Ji Bîrdanka Dîrokê di nav rûpelên
wê de jînangeriya derdora 120 kesayetên Kurd yên navdar li Kurdiztana Rojava
hatiye belgekirin, ew kesayet jî siyasetmedar, nivîskar, bijîjk û hunermend in,
bi armanca ked û xebata wan neyê windakirin û bi hesanî bi dest xwêneran bikeve. e
ليست هناك تعليقات: