Bi boneya Sêyemîn salvegera Referanduma Başûrê Kurdistanê û
bi amadebûna Birêz Tahir Hewramî nûnerê Baregeha Barzanî û Berpirsê Revenda
Kurdistanî li Diyasporayê û li ser
vexwendinnameyekê ji aliyê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya, Yekîtiya
nivîskarên kurdistana sûrya bi nûnertiya endamê yekîtiyê Ebdulezîz Qasim
beşdarî vê ahengê bû.
Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya li ser malpera xwe "facebook"ê ev daxuyanî weşa:
((Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya Salvegera Sêyemîn a Referandoma Kurdistanê Pîroz dike ...
Bi boneya Salvegwra Sêyemîn a Referandoma ( Giştpirsiyê ) li Başûrê Kurdistanê û bi amadebûna Birêz Tahir Hewramî Berpirsê Refenda Kurdistanî li Diyasporayê li Baregayê Barzanî û bi beşdariya van :
- Liqa ( 6 ) PDK .
- ( Al Partî ) .
- ( Yekîtî Sûrya )
- ( PDKI ) .
- ( PDKS ) .
- ( ENKS ) .
- Bingehê Lalilş li Almanya .
- Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrya .
- Yekîtîya Afretên Kurdistanî li Almanya.
- Yekîtîya Afretên Kurd li Sûrya ( RODOZ ) .
- Koma Azadî ya Folklorî li Bajarê Münster .
- Komele Kurdên Hamm .
- Kesayetiyên Kurdistanî li Almanya.
Doh Înyê 25.09.2020 li Bajarê Ibbenbüren ê, Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya Ahengeke li darxist û têde Fîlmeke Dokument yê balkêi li ser rewşa Referandomê û çend Semînarên girîng ji bal çend Kesayetiyên Kurdistanî yên pispor di warê Siyasî, Mêjûyî, Akademy û Nêvdewletî hatin pêşkêkirin.
Her bi vê helkeftina pîroz Rêzdar Îdrîs Beşar Silo ku yek ji Sivîlên Gundê Koço yên rizgarbûyî ji Komkujiya wî Gundî bi destê Terorîstên Dai‘ş , hate xelat kirin .
Piştre çend parçeyên Muzîkî ji layê hin Honermendên Kurdistanî hatin peşkêş kirin .
Li dawiyê Ahenga me bi rengekî şaristanî û bi şad û bextewerî bi dumahîk hat û bi hêviya ku em tim vê bîreweriya dîrokî ya Gelê me sax bikin û Herweha bibe handerek ji bo yekrêziya me Kurdan li seranserî Cîhanê .
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî Yekrêziya Gelê me
Silav li Giyanê pakê Cangoriyê Kurd û Kurdistanê
Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya
Kurdischer Rat in Deutschland e.V
26 . 09 . 2020)).
ليست هناك تعليقات: