Ahengek hevbeş ji aliyê saziyên nivîskaran li Baxçeyê xwendinê bi boneya 36mîn salvegera nemir Cegerxwin hate lidarxistin
Bi
boneya 36mîn salvegera koça dawî ya helbestvanê mezin Cegerxwîn îro roja 22 _10_2020 an Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistana Sûriya li gel Y. R. C, Y. N. K. S. û HRRK ahengek hevbeş li bexçeyê
xwendinê lidarxistin, piştî ku herçar sazî ligel Komîteya Mihrecana Helbesta
Kurdî destegul danîn ser gora nemir Cegerxwîn ligel hijmarek mihvan, rewşenbîr,
nivîskar, siyasetmedar û cemawerek ji xelkê Qamişlo hatin pêşwazîkirin ji aliyê van saziyan ve, pey re herçar nûnerên saziyan li ser gorê axivîn, piş t re Muhemed-Şerîf
Birhik nûnerê Mihrecana Helbesta Kurdî ew jî axivî û demjmêr
çarê piştî nîvro ahengê destpê kir bi xuleyek bêdeng pey re nameya malbeta
nemir Cegerxwîn hate xwendin ku tê de silav û destxweşî li komîteyê kirbûn.
Ahingê li baxçeyê xwendinê destpê kir bi xwendina jiyanameya Cegerxwîn û çend helbestên wî ji layê nûnerên saziyan ve li gel nûnerê Mihrecana Helbesta Kurdî Dildarê Aştî hatin xwendin, paş re nivîskar Konê Reş hinekî li ser berhemên Cegerxwîn axivî.
ليست هناك تعليقات: