Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana nivîsgeha Yekîtiya Nivîskarên Kurd li sûriya kir
Îro 26/10/2020an şandeke fermî ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana nivîsgeha Yekîtiya Nivîskarên Kurd li sûriya kir ( Ebdussemed Mehmûd , Şems Enter , Nayif Çibîro).
Serokê yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya û endamên desteya birêvebir (Qadir Egîd, Zahid Mehmûd û Ridwan Muhemed) pêşwaziya şandê kirin.
Şanda me bi nameyek fermî bersiva nameya wan da û radestî wan kir, her weha da xwiyakirin ku em bi rêzdarî doza wan bo yekîtiyê dinirixînin û dipejirînin, bi hêviya ku nerînên xwe derbarî gavên pêkanîna yekîtiyê di nav herdu yekitiyan de diyar bikin.
ليست هناك تعليقات: