Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi helkefta derbasbûna nemir Nûredîn Zaza
semînarek li darxist
Di roja 7.10.2020an de, Bi helkefta derbasbûna 32 salan li ser koçkirina têkoşer û pêşengê Kurd Dr.
NÛREDÎN_ZAZA re, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya sêmînarek li darxist ji layê mamoste EHMED_SOFî ve, di bin navê: (Nûredîn_Zaza_di Navbera Çand û Siyasetê de), li ofîsa P. D. K - S.
Di pêşî de xuleyek bê deng li ser giyanê pakrewanan û hemî têkoşerên bizava azadîxwaz a kurd û nemaze Nûredîn Zaza hat rawestandin, bi amadebûna hejmarek ji nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr û
dezgehên ragandinê sêmînar bi rêve cû.
Mamost Ehmed Sofî bi şêweyekî ber fereh li ser kar û xebata Dr. Nûredîn Zaza di qada siyasî û rewşenbîrî de axivî, û hêja ye gotinê ku em bêjin dîdevanekî zindî bi xwe re amadekiribû, ew jî ku bavê wî Hesenê Sofî- (Bavê Ekaş) yek ji hevalên Nûredîn Zaza yê di zindanê de bû, da ku ew bi xwe li ser hinek rojên zindana wî baxive.
Di dawî de hin pirs û bersiv û gengeşe hatin kirin.
ليست هناك تعليقات: