Melayê Bateyî (1675#z-1750#z)
Li gundê Batê
li herêma Colemêrgê ji dayîk bûye, ew jî ji wan pêşrewên helbestvanên Kurd e, di warê
tesewif û perwerdeya olî de xebat kiriye, lê bihtir bi helbesta olî ya navdar
Mewlûda pêxeber Muhemed silavên Xuda li ser be tê naskirin û wî bi helbesta kêşesaz danîye.
Bihtirîn
ristên wî olî ne, lê ev nayê wateya ku ew bi civaka xwe re mijûl nebûye,
herweha hestên wî yên nazik û şêrîn di hezkirin û evîniyê de wek dengê
yara xwe, deng û banga wî ji minara mizgeftê dihate derketin.
Hêjayî gotinê
ye ku wî helbestên xwe bi kêşesaz û newayê, bi şêweyê rêzik û malikan
nivîsandiye û li dawiya helbestê ji bo winda nebe û neyê dizîn navê xwe nivîsandiye.
El wefa bê
esl û canan xemz û naza min nehat
Ya tu
qelbê aşiqan î gulnîgara min nehat
Mam di
qeyda derd û daxan xemkusara min nehat
Subhê
nabît wê şevê dengê minara min nehat
Hêvîdarê
subheyê bangê minara min nehat
Piraniya
helbestvanên kilasîk ên kevnar, ristên xwe bi alavên binêşeyî û ciwaniyê
dafirandin, ji bo hêzbûn û ciwaniya helbestê carinan hin gotin bi zimanên
biyanî bikar dikirin, wek destpêka helbestê li cemê yekê bi kurdî be û dawîbira
cemê dudiyê bi zimanekî dîtir be, ew jî vedigere şarezaya helbestvanan mîna
helbestvanê gewre Melayê Cizîrî.
ليست هناك تعليقات: