Feqê Teyran-(1590z-1632z)helbestên wî digihêjin diyaloga hevsengiyê
Feqê Teyran(1590z-1632z)
Ew
helbestvanekî navdar e, heval û
hevkarê Melayê Cizîrî ye, Feqê Teyran dema gotibû dengê herî bilind dengê mirov û
mirovahiyê ye, hêzeke mezin û şoreşeke
nû di helbesta kurdî de çêkiriye, karaktera dramatîk û danûstandinê di helbesta
wî de serdest dibe û helbestên wî digihêjin diyaloga hevsengiyê.
Herweha
helbestên xwe bi gelemperî nûjen kirine, bi hevokên şêrîn berhevkirine û zimaneke edebî bi
kar aniye, wek ku di helbesta xwe
"Zembîl Firoş" de diyar dike:
Keç dibê
bavêj xeyalan
Were nêv
doşek û balan
Bên bike
zilfan û xalan
Dûre ji ya
axretê
Law dibê
zulfêt herîr e
Ma pîroz be
ew li mîr e
Çi heddê lawê
feqîr e
Dest bidet vê
muhbetê
Dîwana wî
``Şêxê Sin`anî`` yekem helbesta çîrokiyê ye û efsana Xanê Dimdim yekem efsane
ye û di edebiyata kurdî ya kevnar de
hatine nivîsandin.
Dîwana Şêxê
Sin`anî ji 176 rûpel û 314 malikên çarînan pêk tê, di destpêkê de pesn û
spasdariya Xuda bi şêwaza tesewifî û gelek dîmenên derbirînê yên herî spehî bi
kar tîne û mijarê bi şêwazeke dramatic û balkêş bi sertêxe herweha li ser yek
kêşesazê û dawîbireke yekgirtî bikar tîne.
ليست هناك تعليقات: