Desteya birêvebir aYekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûrya civata xwe lidarxist
Îro roja înê 12_2_2021 Desteya birêvebir aYekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe li nivîsgeha xwe ya navendî, li darxist û ev babet guftûgo kirin:
1_Rewşa rêxistinî.
2_Nirxandina qonaxa bihûrî.
3_Rewşa çand û rewşenbîrî.
4_Rewşa kovara Pênûsa azad.
5_Lidarxistina kongirê Y. N. K. S.
Piştî rawestanek berfereh li ser rewşa Y.N.K.S. a ku bi erênî hate nirxandin û bi taybetî damezirandina herdu şaxên Dihok û Hewlêrê bi saya şanda yekîtiyê û nivîskarên endam li herêma Kurdistanê, hêja ye gotinê ku wê di demek nêz de nûnertiya Y. N. K. S. li Ewrupa jî bê ragihandin.
Di dawî de komîteya lidarxistina kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya hat afirandin û biryar hate standin ku lez lidarxistinê bibe.
Y. N. K. S
Qamişlo 12_2_2021
ليست هناك تعليقات: