Dara pîroz a Zeytûnê(Cerbûsk) ji mêj
de ev nav lê hatiye kirin her weha ku ev dar di destpêka jiyana mirovan de ta
ev ro li gel wan jiya ye.
Vekolerên ciyolocî, zanyar û lêgerên
paşmayan hin şûnmayên dar û sîsikên wê dîtine ku wê vedigerînin dema despêka akinciya
mirovan çaxê dest bi avahiyan û çandinê kirne.
Li gor dîroka kevin ew zanînên rast
û dirist her wekî nînin jî lê hin ji wan zanyaran darê vedgerînin dema çerxê
kevir î ji berî zayînê 35000 salî ew li gorî kêm belgeyan ,lê hin vekolîner
bawer dikin ku dîroka hebûna wê di navbera 5000-6000 salan de berî zayînê ye li
gor şûnwarên herêma IBLA yê ewan ev yek tekez kir dema lêger û kolandinê de
nîzîkî HELEBê loma dibêjin belkî ya herî rast ew e ku binyada Zeytûnê herêmên
rojhilatê Derya Sipî ye, û ji wir belav bûye ta gihiştiye welatên din wek Spain-Portugal-Greece-Tunisia-Morcco-France-Italy-hd.
Dibêjin Babilî herî xelkên
kevnar in yên ku bidest çandiniya dara Zeytûnê bi rengê xwe ê noke (nûjen) di
rêya çeşnedan û deqdanê de.
Hijmara corên darên Cerbûskê dighêje
150yan,jiyana wê dighêje 300 ta 600 salî û belkî pirtir.
Dara Zeytûnê yek ji darên her dem
şîn e ,her sê salan pelên xwe nû dike,ev dar piştî şitlandinê 5 ta 7 salan
berhem dide.
Dirêjahiya wê ji 5 gazan ta 12 an
ber bi jor ve diçe,lê cotyar çiqilan bi endezyarî tirim dikin da
gelek bi jor ve neçin ji bo karker bihêsanî berhemê wan biweşînin. Bihtirîn
corên zeytûnê ji giştûba û axa naverast a derdora derya Spî hez dike û ev yek
aşkere dike çinkî herêma Efrînê nav û dengê xwe heye seranserê cîhanê ku Zeyt û Zeytûnên wê bi hemû cureyên xwe ve
herî pak û xweşin.
-Ev dar li nik gelek xelk û miletan
pîroz e her weha binpêlêkirin û tinekirna wê li rex hin civak û Olperestan
gunehek mezin e.
-Di tor e û rewşeniya hin gel û
civakan de çiqilên darê dikin durişmê aramî û aştiyê, Al û Polên xwe bi wan
rengîn dikin
-Hin bijîşkên binav û deng li ser Çerb
û Çivrîna Cerbûskê ango zeyta zeytûnê axivîn e:
D.William Castle rêveberê dibistana Farmingham USA a bi nav û deng weha
dibêje(Eger zeytek di cîhanê de hebe ya herî qenc û pak ew zeyta zeytûnê ye) her
weha ew tekez dike ku xelkên naverasta derya spî herî xelkên kêm in yên ji
nexweşiya rawestana xwînê di rehên dil de tevî ku xwe na parêzin ji rûhn û
goştê ajalan .
D.Trevisan ji Zanîngiha New York di vekolînek xwe de dide xwiya
kirin di kovara Gama sala 2003an de dibêje: Ev lêpirsînên nû tekez
dikin giringiya Zeyta Zeytûnê çiqasî mifa ye ji bo nexweşiyên dil û nexweşên Şekirî
û kesên ku guvşa xwînê li nik wan bilnde
Gelek Zanyar û Bizîjk û Nojdar tekez
dikin ku Zeyta Zeytûnê gelek mifa ye ji bo pir nexweşiyan mîna nexweşiyên
Penceşêr û Şekirî,Dil û Gurçik,Mêlak û Hinavan, ji bo hin nexweşiyên çermî tê
bikar anîn ji dêlva Melheman.
Her weha xwarna zeyt û zeytûnan bi
hemû rengnên xwe ve çi heşîn yan çi reş
gelek girîng e ji ber him xwarin e û him derman e.
Mirovên xwarina wan a sereke Zeyt û
Zeytûn bin zû kal nabin û temenê wan dirêj e, û rastî van nexeşiyên me diyar
kirîn zû bizû nabin.
Berhevkirin .Birahîm Qasim
Pênûsa Azad:hejmara 4 2019
Wênên hatîn
kişandin ji nav rezê Birahîm li gundê Hemzebegê devera Dêrka Hemko.
ليست هناك تعليقات: