Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Kongirê xwe ê duyem li bajarê Qamişlo lidarxist.
Îro li
bajarê Qamişlo 4-6-2001 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana sûriya duyem kongirê xwe
bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û sazî û rêxistinên civaka sivîl û hijmarek
ji endamên yekîtiyê lidar xist.
Kongir bi
xuleyeke bêdeng û rawestandin li ser canên pakrewanên kurd û kurdistanê digel
sirûda netewî Eyreqîb destpê kir.
-paşî endamê
yekîtiyê Ebdusemed Mehmûd bixêrhatina mêhvanan kir û spasiya beşdarbûna wan
kir.
-Gotina yekîtiyê ji aliyê Luqman Yusif ve hate xwendin
-Ev deqa gotinê bû:
YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRYA
Saziyên civaka sivîl.Tevgera siyasî.Rewşenbîr.Ragihandin û hemî amedeyên birêz.
Binavê Y.N.K.S em bixêrhatina we dikin û bi amadebûna we em gelek dilxweş û şadin.
Xwîşk birayên hêja:
Bi armanca guhdana bi wêjeya Kurdî û herweha bixwedîderketin li nivîskarên Kurd li Kurdistana rojava û parastina mafê wan yê Y.N.K.S hate li darxistin û di ber van babetan de di qûnaxa ji piştî li darxistina kongirê yekem,Y.N.K.S li gorî biryarên kongir gelek piroje bi armanca xizmeta wêjeya Kurdî raçavî xwe kirin ku di encamê de û li gorî pêkarînan dikarîbû gelek ji wan pirojeyan bikar bîne û ew jî ber çavin û ji wan wek mînak.
1=Damezirandina şaxên yekîtiyê li Qamişlo,Amûdê,Hesekê , Girkê legê,Dêrik,Tirbespî û du şax li Kurdistana başûr(Hewlêr û Dhok)û her weha damezirandina nûnertiya yekîtiyê li Ewrupa.
2=Vekirina nivîsgehek e navendî li bajarê Qamişlo.
3=Vekirina nivîsgehekê li Hewlêra paytext.
4=Çapkirin û belavkirina govarek e werzî ku ta niha 8 hijmar jê hatine weşandin bi sernavê PÊNÛSA AZAD,û ew jî bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin.
5=Afirandina xelata Y.N.K.S ya salane ku ta neha 5 xelat hatine ragihandin û radestkirin û ew jî di roja zimanê Kurdî de radestî evan wêjevanan bûne:
a=Ehmedê ŞêxSalih.
b=Ferhadê Içmo.
c=Merwan Berekat.
d=Bêwar Ibrahîm.
e=Dildarê Aştî.
6=Li darxistina ahenga salane bi boneya roja rojnamegeriya Kurdî ku bi wê boneyê xelatek taybet radestî malbata rojnemevanê Kurd Ferhad Hemo bûye, yê ku ji layê çekdarên Da'işê ve hatiya revandin û ta îro çarenivîsa wî ne diyar e.
7=Çapkirina bihtir ji 40 pirtûkên nivîskarên endam di Y.N.K.S de û yên ne endam li Rojava û ji derve.
8=Afirandina malper û rûpelek taybet bi çalakiyên Yekîtiyê 9=Beşdariya salane di pêşengeha Helekor de ya pirtûkan li bajarê Qamişlo.
10=3ê destpêşxeriyên di navbera layên Kurdî yê siyasî de,û ji bilî lidarxistin,û beşdariya dehên aheng û sêmînêrên girêdayî wêje û rewşa Kurdî.
Di dawî de hêviya me ew e ku kongirê diwem yê Y.N.K.S bi serkeve û di pêşerojê de hemî pirojeyên di xizmeta wêje û gelê Kurd de bêne bi karanîn û bidestxistin, û dubara em bi xêrhatina we dikin û silav û rêz ji bo we hemiyan.
-Fîlmek dîkomînt(Rîportac)li ser destpêka yekîtiyê ji damezirandinê xwe di kongirê yekem ê awarte li dêrikê ta kongirê duyem hate pêşkêş kirin.
Li ser agehdarî û vexwndina desteya kongir çend pirozikbahî gihiştin û ji aliyê endamê destê Ehmed sofî ve hatin xwendin
Mamosta Hesen Silêvanî
Bo : kongirê duyê- yekîtîya Nivîskarên kurdistanê - li Sûrî
Bi navê yekîtîya Nivîskarên kurd liqê Duhokê, em pîrozbahî yê li tev endamêm kongirê we yê duyê dikîn , hîvîdarîn di karên xwe de serkeftî bin ..xizmeta zima û wêjeya kurdî erkekî gelek bîroze , nexasim ,ku nehezên me kurdan, herdem pîlanên dijwar ji bo bohjîna ziman û nasnama me ya neteweyî, bi şehrezayî dariştîne ,û bi sivkatî li her tiştê kurdî nêrîne û kar kirine li ser reşkirina rewşenbîrîya kurdî bi giştî. Lê hişyarî û wêrekî û dilsozî ya nivîskar û rewşenbîr û hunermendên kurd gelek ji wan xewn û pîlanên dojminan wêrankirine û jinav birînr , bi ked û xebata qelemên xwe , yên di xizmeta ziman û doza xwe de.
Nivîskar hêzeka hizrî ya mukome ji bo avakirina mirovê kurdê bi ax û reh û rîşalên xwe ve girêdayî , ji bilî ku pitirî ya nivîskarên kurd parêzerên peyv û zimanê xwe ne , ew çêkerên xweşî û şadî û ciwanî yê ne li ser rû ye erdî .Me hîvî hene , hûn Nivîskarên kurd li rojavayê Kurdistanê , ji dil û bi rijdî û giyanekî kurdînî yê pak bigehin biryarekê , ku hûn hemo , bi cudahî yên hizr û bîr û nêrînên xwe yên siyasî,yekîtîyeka yekgirtî avakin û di pêşî ya partên xwe bi Kevin û serwerîyekê ji xwe re cêkin , mina yekîtîya Nivîskarên kurd li herêma Kurdistanê , ku mala berfireha gişt nivîskaraye li Herêma kurdistanê .
Em careka dî daxwaza serkeftina kongirê we yê du yê dikîn .
Di gel rêzgirtinên yekîtîya Nivîskarên kurd liqê Duhokê – li Herêma Kurdistanê .
Hesen Silêvanî
Serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd – Duhok
Herêma Kurdistanê 3-6-2021
-Birûskbahî ji aliyê Mamosta Mehmed Salih Qadirî nûnerê
partiya Dîmuqrata Kurdistana Îranê .
Birûska pîrozbahiyê:
Berêzan ;
Endam û serkirdeyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.
Bi helkefta girêdana diwemîn kongirê yekîtiya we , me pê xweş e pîrozbahiyek e germ araseyî heweyî hêja bikin di gel hêviyên serkeftinê .
gelê kurd di pêvejoya dîrokê de , berdewam rastî pilanê zordariyê hatiy e û dagîrkeran şerê ziman û çanda kurdî bi tundî kiriy e bi merema tinekirinê. Ji ber vê çendê pêtiviy e rawestana li dijî van kiryaran di rêya dezgihên rewşenbîrî mîna yekîtiya we . û em bawerin win dikarin bi rol û erkê xwe rabin û armancên xwe bi cî bikin û li hemberî van kiryara rawestin , ev tişt diyar di be gava em karê we yê pîroz di van salên bûrî de di nerxînin tevlî astengiyên rastî xebata we di derketin .
bi şanazî piştevanê karê we ne û her amaden e bo arîkariyê .
dubare pîrozbahî , her serkeftî bin.
Partiya Demuqrata kurdistan - Sûriya .
Nivîsngeha rêxistinên cemawerî .
4_6_2021
-Mamoste Merwan Berekat:
Rêvebirya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û endamên kongirê duyem bo we yekoyeko rêz û silav
Yekemîn şoreş di jiyana mirovahyê de peyv bû. Pev helwest e û helwesta rast û durust yek ji bingehên pêşketinê ye. Ronakbîr, rewşenbîr û nîvîskar bêtirî her kesî dikarin roleke erênî di pêşvebirina civakê de bilîzin û berê wê bidin ser rêyên rast. Lewra jî kar û xebata wan ne hêsan in. Lê bêguman xebateke pîroz e.
Ez wek nivîskarekî Kurd ku ne endamê tu yekîtiyên rewşenbîr û nivîskaran im, lê ji heniyan jî ne dûr im. Eger yekîtiyeke tenê heba yan ên henî bibana yek, bêguman ezê bêdudilî bibama endam û li anegorî zanebûn û kanebûna xwe bixebitîma. Lewra jî, hêviya min û gelekên mîna min ew e ku di nêzîktirîn dem de, em bibînin ku Hemû Yekîtiyên Nivîskar û Rewşenbîran ên li Rojavayê Kurdistanê bûne yek. Ma ne navê hemiyan YEKÎTÎ ye?! Geli çima ji yekbûnê dûr in?
Ji dil de serkeftinê ji kongirê we yê duyem re dixwezim û her di kar û xebata xwe de pêşketî bin. Careke din rêz û silav.
Efrîn: 3. 6. 2021z.
Merwan Berekat
ەڕێز یەکیەتیی نووسەرانی کوردستانی سووریە
وێڕای سڵاوی گەرمی خەباتکارانە،
بەبۆنەی بەڕێوەبردنی دووهەمین کۆنگرەی ڕێکخراوەکەتانەوە، پیرۆزباییتان لێ دەکەین.
نووسین و نووسەری کارێکی پیرۆز و گرانقەدرە لە هەموو جیهان و بەتایبەتی لە کوردستاندا خاوەن پێگەیەکی تایبەتترە، چوونکە نەتەوەکەمان و خەباتی نەتەوەیی لە هەموو بەشەکانی نیشتمانەکەماندا، تینووی زانیاری و ئاگاییبەخشین و تۆمارکردنی مێژوو و بزووتنەوەکەیە.
هەربۆیە لە بەشێکی خۆشەویستی کوردستان، وەکوو کوردستانی سووریەدا، ئەرکی یەکیەتیی نووسەرانی کورد، هەم قورسترە کە قەڵەمە وشیار و ئاگاکان بەدەوری یەک کۆبکاتەوەو هەم لەپێناوی گەشەکردنی ماف و ناسنامەی نەتەوەیی و بەهێزکردنی هەستی پتەوی نەتەوەبووندا کار و تێکۆشان بکا.
ئاگاییبەخشین، ڕێگای دروستی سەرکەوتنە.
دووبارە پیرۆزە کۆنگرەکەتان و بەهیوای سەرکەوتن هەم بۆ کۆنگرەکەو هەم بۆ ڕێکخراوی یەکیەتیی نووسەرانی کوردستانی سووریە.
حیزبی دێموکراتی کوردستانی ئێران
دەزگای ڕاگەیاندنی گشتی
4ی جۆزەردانی 2721ی کوردی
Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî Li Sûriyê
Bi navê Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî Li Sûriyê (Şaxa Almaniya)
Em gelek şanaz, bextewar û dilxweş in bi Vexwendina we ji bo kongira we ya duyem a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li bajarê Qamişlo di dîroka 04.06.2021an de.
Bi vê boneyê, di riya vê birûskê re, ji bilî spasiyê hêviya serkeftina kongira we dikin, herwaha piştgiriya we di warê wêje, çand û zimanê Kurdî de dikin.
SFPZKS
(Ş.A)
الزميلات
والزملاء الأعزاء.. أعضاء مؤتمر اتحاد كتاب كوردستان- سوريا الأكارم:
يطيب لنا نحن
زميلاتكم وزملاؤكم في نقابة صحفيي كوردستان- سوريا أن نهنئكم بمناسبة انعقاد
مؤتمركم الثاني، متمنين أن يتوّج المؤتمر بقرارات وتوصيات تساهم في تنشيط الثقافة
الكردية، وتهتم بالكاتبات والكتاب الكرد على الصعد كافة، كما نتمنى أن ينجح
المؤتمرون في انتخاب رئيس وهيئة إدارية للمؤتمر تقود منتسبي اتحادكم إلى حين
انعقاد المؤتمر القادم بهمة عالية.
الزميلات والزملاء:
نكرر دعمنا لمؤتمركم، وواثقون أنكم وضعتم نصب أعينكم مصلحة الكاتب الكردي والثقافة الكردية ونشرها في ظل التحديات التي يواجهها شعبنا الكردي في غربي كوردستان.
مجلس نقابة صحفيي كوردستان – سوريا
هولير في 3-6-2021
Sebrî Resûl Serokê Nûneriya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûriya
Pirozbahaiya Kongirê
Duyem ê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kir bi peyamek deng
ليست هناك تعليقات: