Nivîsîngeha têkiliyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya peyameke sarsaxiyê şand.
Roja 06.07.2021'an, rojek pir xemgîn bû bi koça dawiyê ya rojnamevan, siyasetmedar, civaknas, Cîgirê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyet, birêveberê malpera Riataza û Serokê Komeleya Hevkariya Gelê Kurd YURA NEBİYÊV (26.10.1953 - 06.07.2021).
Bi vê helkefta xemgîn, Nivîsîngeha têkiliyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya peyameke sarsaxiyê şand ji serokê FNDK rêzdar Prof. Knyaz Ibrahim Mîrzoyêv û malbata xwedêjêrazî Yura Nebiyêv re û ev tekesta peyama sersaxiyê ye:
Rêzdar: Prof. Knyazê Ibrahim Mirzoyêv Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta (FNDK) û Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê
Sed heyf û mixabin nûçeya koça dawî ya Cîgirê Serokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Sovyet, qehreman û nîştimanperwerê Kurd Yura Nebiyêv gehêşta me, sersaxiyê li we û malbata xwedêjêrazî dikin, û xwe bi hevparê vê xema mezin dibînin.
Xwedayê mezin riha xwedêjêrazî bi behiştê şad bike û sebr û aramiyê bide we û tevaya miletê kurd.
Sabri Rasoul
Serokê Nivîsîngeha Têkiliyên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê
07.07.2021
ليست هناك تعليقات: