Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-Şaxê Dêrikê Konfransê xwe lidarxist.
Îro roja
Şemî rêkeftî 10-7-2021 li bajarê Dêrikê konfirans bi amadebûna serokê Yekîtiyê
mamoste Luqman Yusif û endamên rêveberiyê Ibrahîm Qasim û Ehmed Sofî ve birêve
çû .
Li destpêkê
xuleyek bêdeng li ser canê pakrewanên kurd û Kurdistanê rawestan û paş re bi dest
karê xwe kir in û çend mijar hatin gengeşe kirin li ser rewşa nivîskar û
rewşenbîrên kurd li bajar û derdorê Dêrikê bitayîbet û rewşa gelê kurd bigiştî .
Her weha
çend pirsên girîng hatin kirin ji layê
endaman ve û çawaniya çareseriya kêşeyên giştiyane di riya têkiliyên dezgehên
rewşenbîrî li Kurdistan û Oropayê .
Paş re
endaman serokê Şax û cîgir û berpirsê ragehandinê hilbijartin :
-Emer Resûl.... serok
-Idrîs
Muhemed Salih..... Cîgir
-Sena`
Ibrahîm ....berpirsa ragehandinê
ليست هناك تعليقات: