Bandora desthilata Misilmaniyê li ser wêjeya Kurdî:
Ji
me ve xuya ye ku rola desthilata misilmanî di derbarê helbestvan û helbestan de
bi taybetî yên bi zimanê erebî neynî û nebaş bû, çimkî helbesta Erebî ji şêweyê
Qurana pîroz nêzîk bû, loma rola helbestê bi giştî li nik gelên Musilmanan
sivik bû û demekê wek rawestineke sivik vê re çêbû hetanî careke din xwe têkilî
pêvajoya hunerê kir.
Bêguman
zimanê Erebî wek zimanê fermî yê misilmanan bandoreke nigitîf li ser ziman û
edebiyat û çand û hunera gelek gelan li rojhilata navîn mîna Iraniyan û
bakistaniyan û Evxaniyan û tacakiyan ta beşek mezin ji Hindiyan…HW.
Lê
gelê kurd bihtirî hemû gelan kete
astengiyek mezin de, çimkî aniya yekem di pêşiya êrîşa Erebên misilman
de bû ji encamê kuştin û talan û wêrankirin û dagirkirinê hejmareke pir ji
netewa Kurd bi darê zorê bûn misilman ji neçarî tevlî ziman û wêjeya erebî bûn û li ser dihatin perwerdekirin, li
ser milên nivîskar û rewşenbîrên Kurd barekî giran bû, herweha ew bû sedema ku
nivîskarên Kurd bi zimanê erebî binivîsînin mîna ( Ebû Meymon, Fariqî,
Şehrezorî, Ibin Xulêkan, Ibin Teymî, Ibin Esîr, Ziryab...HWD). Mixabin ev nayê
wê wateyê ku berhem û nivîsên wan hişmend û ronakbîrên Kurd dikevin xizmeta
edebiyata kurdî de.
Lê
em dizanin li serdema berê , li ba hemû neteweyên di hundir sînorê xaknîgariya
dewleta Misilmaniyê de nav li zimanê erebî dihat kirin zimanê Qurana pîroz û
wisa dinasîn û rêz lê digirtin.
Xwendekarên
Kurd ji bo perwerdeya bi zimanê erebî fêrî xwendina Quranê dibûn, helbet
pêwistiya mamosteyên olî bi wergerandina gelek ji beşên zimanê erebî ji bo
perwerdeyê hebû, loma gelek mamosteyên Kurd waneyên olî bi zimanê kurdî wisa
didan fêrkirin .
Pirtûka
Elî Tirmaxî 935-1010z pirtûkeke rêzimanê erebî bû ji berî 1000 salî
wergerandiye zimanê kurdî, helbet ji bo fêrkirina olî bû.
Ji
bilî zanista olî çi dibistanên zanistî yên cûrbecûr li serdema ola Islamî li
ber destên me nînin.
Lê
hin dîrokzan û lêkolînerên şûnwaran dibêjin zanistên kurd di zanistên gerdûnê û
hem zanistên cûrbeûr de gelek pispor bûn,lê ne li ser dema Misilmana belkî ew
di dema şaristaniya Impratoriyên Kurdan de berî hezarên salan bû.
Helbesta
kurdî ya kevnar ew jî yek ji jêderên edebiyata kurdî ye, çi ya devkî û çi ya
nivîskî be, bêguman ew bi zimên re hatiye afirandin, herweha ew zimana bixwe
halê milet e û di pêvajoya rewşa jiyana kesayetiya dîroka civaka wî de ye, di
destnîşankirin û tomarkirina dîroka gelan de jî alîkar e.
ليست هناك تعليقات: