Helbestvanê
nemir Cemal Xelîl
Pêşgotina dîwana
Zevya bazdayî- Muhamed Se’edûn
Rojekê ji rojan ne hatiye bîra min, ku rojekê werê destê min û destê hevalê rêya dirêj Cemal, wê ji hev veqetin! Tu caran mirina wî ne ketiye bîr û bala min de.
Lê îro piştî oxirkirina wî û pêş çavên min ve
laşê wî yê paqij kirin di gorê de, ji nû min hest bi tirs û tehliya mirinê kir,
ji nû ve min dizanî ji bo çi mirov digirîn û rondikan li ser çûna xoştivî û
kesên xwe dibarînin .
Cara dawiyê dema min ew dît, li nexwşxaneya ‘’Muctehid‘’ li Şamê, weke hercar bi ken û girnijîn pêşwazî kirin, ew girnijîna wî wê herdem sax bê, di hizr û bira min de bûye wek sîbera min .
Tu caran jibîr nakim wan bîranînên xweş û ne xweş ê me bihev re bûrandîn .
bi min gelekî tehl û girane, peymana oxirkirina
heval û birayê xwe Cemal ragehênim û vê kurtiyê li ser jî û jiyana wî
binivsînim.
Di
pêşiyê de daxwaza lêbûrînê dikim ji bo
di zanim ku ev nivîsîna min nagihê ast û bejna wî a berz û bilind.
Cemal û helbast
Ji encamê
stem û zordariya dûr û dirêj a li ser gelê kurd, gelek rengê
derbirînê rûdanan li navê kurdan û yek
ji van rengan vehonandin û nivîsîna helbestan, her weha divê em jibîr nekin ku
surişta Kurdistanê a rengîn û ciwan bûye paldêrek dîtir bo vê çandê, û ev herdu
sedem bûne egerên ku nivîskarên helbestan, ji nivîserên her bi warekî dîtir
bêhtirin, lewra em li çanda kurdî vedigerin gelek berhemên helbestê dibînin, ji
bilî ku gelek helbestvanên kurd nikarîne helbestên xwe çap û tomar bikin, zêde barey vê çandê em dikarin bêjin ku ew jî rengekî helbestê ne.
Cemal Xelîl: xweş mirovekî kurd bû, xudan
hestekî nazik bû hest bi evîna gelê xwe kir û bi mafên rewa yên gelê xwe kir,
hest bi ciwaniya xemla Kurdistanê kir, hest bi bê bextiya dîrokê beramberî kurdan kir, hest bi zikreşî û
zordarî û bêbetiya dijmin û nehêzêt kurd û Kurdistanê kir, lewra helbestên wî
tev derbirînek rastgoye ji hestên wî ye, derbirîneka ji hezaran dîmen û wêne
yên pir bi êş û azar yên gelê kurd têde têne kuştin û mirandin. lê têhna Cemal
bi vehonandina helbestan bi tenê ne dişkeste, lewra xwe avête meydana xebatê û
di xebata xwe de lawekî kurdî çeleng bû, di nav rêzên tevgera rizgarîxwaza
kurdî de kar û xebat kir ta dawiya jîyê xwe û herdem berjewendiya gelê xwe li
pêş çavên xwe digirt.
Ji ber vê çendê helbest û nivîsên wî tev ji
bûyî rizgariya welat û azadiya gelê kurd bûn.
Cemal: helbestvanekî dilsoz bû li hemberî
bijartina babetên helbestên xwe, bi helbesta xwe re di jiya, û zimîna helbesta
wî jî kurdîka sivik û sade bû, da ku xwendevan bi hesanî bi merema helbestên wî
tê bighin.
Kurtiyek li ser jiyana wî:
Li sala 1959z li gundê Kewê li ser devera
Hisiça ji dayîk bûye, nixuriyê dayîka xwe bû.
Qonaxa serateyî li dibistana Kewê derbas kir
û herdu qonaxên navincî û amadeyî li bajarê Qamişlo derbas kir.
Hêşta Cemal biçûk bû, bavê wî çû ber
dilovaniya xudê û birayê wî yê mezin (ne ji dayîka wî) di kampaniya ``Rumêlan``
de karmend bû û piştî mirina bavê wî birayê wî mal xudan kir, ji ber vê yekê
binemala wan ji gund hate veguhestin bo Qamişlo, lê di demeke kurt de carek dî
hatin ji bajêr û vegeriyan gund ji ber karmendê malê hate dûrxistin ji egerê
siyaseta tuxumperês ewa li dijî kurdan, ew jî weke hezaran xortên kurdan bê kar
man.
Ji ber perîşaniya binemala xwe Cemal zû kete di
bin barê berpirsiyriyê de û xwendin û kar bi hevre dikir, di kawdan û
bûyerênsext û zehmet de jiyan derbas kir ûbawernama bekelorya bi pileyeke zor
baş wergirt, li zanko ya helebê li kolîja bîrkariyê navê xwe tomar kir lê ji
ber dest tengiya xwe nikarî xwendina xwe berdewam bike, bi riya partiya
komonîsta sûrya ( daneyek ) dane wî da
ku li zankoyên Yekîtiya Sovyêt ya berê bixwîne, her dîsa nikarîbû û ew delîve
ji dest xist, neçar bû ku li nêzîktirîn rê bigerê, lewra li peymangeha
mamosteyan li bajarê hisiça tomar bike û piştî du salan bawernameya peymangehê
wergirt wanbêj (mamoste).
Cemal û partayetî
Li herdu salên Cemal li peymangehê dixwend di
navbera 1982 – 1984 de gelek guhertin û pêveçûn li rex wî çêbûn.
Cemal endam bû di partiya komonîst de ji ber
birayê wî yê mezin komonîst bû, lê piştî têkiliyên wî bi partiyên kurdî re û bi
taybetî bi çepê kurd re, piştî duruşm û bernameyên partiyên kurdî dît gelek
boçûn li rex hatin guhertin û dît ku komonîst daxwaz û armancên netewiyên kurd
pêk naynin, lewra xwe vekêşa ji
komonîstê û tvlî partiya çepa kurd bû, di nav çepên kurd de xebat û kar
berdewam kir ta dawya jî yê xwe, di roja newroza 2001z de çû ber dilovaniya
yezdan.
Di sala 1983 de Cemal
bû endam di partiya çepa kurd de, û her vê vê sale de fêrî xwendin û
nivîsandina zimanê kurdî bû, û ev çand bû destpêkek ku bêhtir zimanê kurdî
bibîne û pitokên kurdî bixwîne, û piştî dilketinekî ( hezkirinek) bo keçeka
kurd di peymangehê de, dest bi vehonandina çend helbestan kir, û çend helbestên
evînî yên qeşeng û nazik vehonandin .
Piştî Cemal ji peymangehê derçû li devera
koçeran li Dêrikê bû mamoste û wekî em di zanin ku zimanê koçeran zimanek
xumaliye lêra di aliyê zimanê kurdî de gelek zengîn û dewlemend bû…
Ji aliyekî dîtir ve Cemal endam bû di destska
kovara Buhar de, berî ku partiya çep kar kêşanê bike ji hevbendiya dîmokrata
kurd, û her wesa gelek alîkarî pêşkêşî komên huneriyê û taybetî koma Xanê li
Qamişlo û koma Şêxo li devera koçeran kiriye, û gelek helbestên wî bûne sirod û
stranên koman .
Cemal di rojên dawiyê de helbestên xwe kom
kirin û gelek ji wan şewitandin bi taybetî ew helbestên girêdayî bi bi
Îdolociyetê ve û hindek yên dildariyê .
Lê qederê delîv neda wî ku dîwana xwe çap
bike û her wesa bê ku navekî yan manşêtekî hilbijêrê ji bo dîwana xwe mixabin
di 21/3/2001 çû ber dilovaniya Xudê .
Hezar silav li giyanê wî yê soz û pîroz bê .
Muhamed Se’edûn
ليست هناك تعليقات: