Nûnerayetiya YNKS beşdarî di çiwaremîn salvegera Refderandomê de dike
Li ser vexwendina Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya, hevkarê me Behroz Ebdulah, endamê Nivîsîngeha Nûnerayetiya Ewropa ya YNKS, bihelkfta çiwaremîn salvegera Refandomê beşdarî di ahenga Berlînê de kir, û ev teksta daxuyaniya Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya:
Bi helkeftina çiwaremîn salvegera Referandoma serxwebûna Kurdistanê û bi amadebûna Nunerên Partiyên Kurdistanî û Înstîtûta Xwendina Kurdî li Berlin - Almanya û Federasyona Komelên nêvneteweyî yên Sovyeta berê û Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrya û yekîtîya Afretên Kurdistanê û Saziyên Sovîl û Cemawerê Kurdistanî, îro Şemî 25.09.2021 li bajarê Berlînê paytexta Almanya Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya Ahengeke li darxist û têde gelek Peyv û gutarên binirx hatin Pêşkêşkirin û gotin diwande piştevaniya xwe ji bo vê roja pîroz diyar kirin. Bi vê boneya pîroz kurte fîlmekî dokomêntî hate nimayîşkirin .
Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya xelata xwe ya salane diyarî Dr. Feryad Fazil Omer serok û damezrênerê Înstîtûta Xwendina Kurdî li Berlînê Kur wek rêzgirtin li xebata wî ya berdewam û dirêj di warê Çand û Ziman Kurdolijya Kurdî de. Herwiha sipasya Honermendê hêja Hemîd Îbrahîm dikin yê ku bi hestê xwe yê Netewî yê bilind çend sitiranên Kurdî yên balkêş Pêşkêş kirin.
Bi navê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya pir ji Dil sipasiya kenala Ktv dikin ji bo amadekirina Fîlmê Dokumentî li ser Referandoma Kurdistanê û sipasiya kanalê Ktv û K24tv ji bo weşandina wan bi rengekî zindî û rastewxo ya Salvegera Referandoma Kurdistanê.
Bijî Kurd û Kurdistan.
Federasyona Komelên kurdistani li Almanya.
25.09.2021
ليست هناك تعليقات: