Qereçox çiyayê dastan û omêda-Îsa Mîranî-Pênûsa azad-Himar (4)
Çiyayê qerecox
beşek ji zincîra ciyayê bêxêre ji rûjhilatê ava mezin(dicle) vedkişi bi aliyê
rûjava li bara gundê pêşabûrê bi rûbarê dicle tê birîn
Qereçox bi
tevaya xwe dikeve kurdistana rûj ava sînûrê wê ji rûjhilat rûbarê dicle û
kendalê tûremêşa
Rûj ava xana
serê û çiyakê şêxê dîn
Bakur deşta
hesina
başûr deşta
bakur ya çiyaye şingalê
Bilindiya wê
ji derya 779mitre navê wê ji du gotina
pêktê(qere):reş û( çox): gelek angû çiyayê gelek reş û bingehê vê gotnê turkiye
û dever bi tevaya xwe vûlqaniye kevir reşin
û xak sore û gelek kanî li hawîdorî çiyê hene wek kanya keçikê û kaniya Dirêj û
kanya xew xwe$ li qubletê jî hene wek kanya helewist û kanya mekinê pêzanînê zanistî li ser deverê gelek kêmin lê
pêzanînê devikî gelek hene ji bav û kala hatine wergirtin
Tê gotin
çiyayê qereçox bi tevaya xwe daristanek serûştî bû bara bihtir ji darê wê
ev cûre bûn1-berû 2-kezwan –3-çilû
li aliyê
bakur gelek darê fêkî hebûn lê bi egerê birîna hovane û çêrandina sewala darê
serûştî lê neman jibilî dû dare berwa temenê wan gelek mezine ewjî bi egerê
bawerînê ayînî û gelerî man yek li ser
kûpê çiyêye nave wê dara keçikêye û ya dî li alyê bakure navê wê dara kurike- lawik- û li dora wê dare şînwarê bajarek dîrokî heye
navê wî bajarî bajarê kurike-lawik- û li ser va herdû dara dastanek evînî tê
gûtin binavê dastana kurik û keçikê.
"Dibêjin"
lawik nave wî kurkê ruyale lê keçik bê nave û di Kevin tevna evîna
zor û bi egerin civakî dorî hev dikevin û ji ber hev wenda dibin lê lawik sozê
dide cane xwe kû li male ne zivire heya evîna dilê xwe nebîne û piştî demek
dirêj hev dibinin keçik li ser kûpê qereçox û kurik li binya nizara bakur ber
hev di bezin lê berî bighin hev ji eşqa evîna resen herdû dimirin û cihê wan du
dar şindibin yek navê wê dara keçikê û ya dî dara kurike û herdû muqabilî hevin
û bûne cihê bawerînê gelerî wek darê Mirada heçî miradek ya wan hebê û bê hevî
bimîne qesta wan dara dike û paçekî peva girêdiden û bendewarê wê hîviyê di
mînin û ew omêde hin tendurstîne û hin evînîne û hin jibo anîna zarokane.
Gelek êl û
hoz û eşîra li wê deverê danîne û pirania wan lê nemane jbilî êla koçerê mîran
pê zanînê devikî di bêjin êla herî mêjoyî lê danî êla misûsanane ew jî êlek ji
êlê êzidiyane û heta îro di bêjin Qereçoxê misûsana gelek war û gund bi nave wan hene wek - ware
reşika - bîra sêvo - xatir can - bîra rûvî – qepo.
2-êla şikaka
ewjî demek dirêj lê mane û heta îro şînwarê konê Himze begê şikakî li ser girê
himamoka xwyaye û nave gund îro Himze bege
Nayifê paşê
serokê êla koçerê miran wek rêz girtinek taybet her sal pargînê konê wî nû
dikirin jibo şînwarê wî wenda nebin û piştî barkirina şikaka hinek ji wan
man û nave wan kirin ga westyayê şikaka
û piştra bûn beşek ji êla koçerê miran îro nave wan Berzerîne.
3- êla koçrê
mîran piştî van herdû êla bi egerê koçerîtiye lê danîne û sewalê xwe lê
çerandine û piştî şoreşa şex seîdê pîran 1925 lê akincî bûne û gelek gund
avakirin wek beroj û gir Kendal û himze beg û dehê gunda li bakur û başûrê çiyê
avakiin dema misûsana lê danîn dibêjin şerek giran û dastanî di nêbena wan û
êla kîkan da hat pêxistin û divî şerî da
sê mêrxas hatin naskirin heta îro nave wan di sitranê gelerî da tê gotin ew jî
Bozê zerî û Xişmanê heyder û Homkê misûsanîye
Ji alyê
samanê seruştî va devera Qereçûx gelek dewlemend û zengîne îro buye jê derk
giring ji abûra dewleta sorî ji alyê petrol û berhemê çandin û giyanewera te
zanîn kû devera qereçox yeke mîn dever bo ji alyê ditna petrolê li sûryê.
dîtin u kolan
û berhem ji alyê companya menhel ya elmanî bû di sale pênciyan ji çerxê bistan.
Sala 2000
rijêma sûryê gelek dar lê çandin û kirin dehl û devî û daristan û bû jîngehek
serûştî jiber gelek tewal û balind û
giyanewer lê êwirîn û ew jîngihe bû cihê dawet û seyrana naxasim her çend heyvên
buharê lê mixabin va her çend sale dûmahyê guhdan lê kêm bûye ji alyê rijêmê û
gelek dest dirêjî li ser tên kirin wek çêrandin û birîn û şewat û dizya şînwara.
ليست هناك تعليقات: