EREB HORÊ HELBESTVAN Û NIVÎSKAR-KURTE JIYAN.
Kengî..!? bûyerek
Rû bide
Min bi huner bipêçin
Kengî..!? cengek
Li dar bikeve
Min bi huner biherişînin
Kengî kur,
Bersiva dayîkê bide
Min bi huner veşêrin
Kengî, mirov
Ji mirovahiyê bireve
Min bi huner bişûn û
Bin gor bikin.
Ereb Horê kȋ ye :
Di sala 1962 yan li gundê Borzê yê li ser bajarê Dêrika
Hemko ve ji dayîk bûye Naznavê wî Bavê Semyan e. Xwendina xwe ya seretayî li
dibistana gundê xwe û ya navendî û amadeyî li dibistanên Dêrikê qedandiye Bi
qasî 10 salan li Şamê û gundewarên wê dimîne di zeviyên fêkiyan de kar dike Bi
wêjeya erebî daxbar dibe -Yekem car di sala 1985 an de dest bi nivîsîna
helbestên kurdî kiriye û ew yek ji endamê Yekȋtiya Nivȋskarên Kurdistana Sûriyê
ye.
-Hin helbestên wî
hunermend û dengbêjên herêma Dêrikê bi stranî gotine ji wan jî ,Elend Dêrkî
,Cemal Se'idûn,Elî Gavan Berhemên wî yên çapkirȋ ev in
1-HIN PEŞKÊN SAR di sala 2015an hatiye çap kirin
2- MOTORSÎkIL Û ÇEVAKA RÊ
Destê xwe li ser
Zikê xwe digerand û
Digot:
Ez li benda
Qolincên mêvaniya
Te me.
Dayikê gelek xwe
Difre dikir li nav
Jinên ne ducan
Neh mehên şadîzar û
Neh şevên rontarî
Raketî ma li nav
Penga hevrûşim
Şadîzar, rontarî
Derbas bûn
Qolinc û çîk
Vemirîn,..
Kêlîka tilîyên
Şimayî û lêvên qurix
li kaniya jînê geriyan
li ber çeqçeqa
Gûzên simtandî
Çavên firişteyȋ
Miç bûn
Dayikê hezar
Qolincên xewrevên
Ji bîr kirin û
Bav di bin
Lêvên xwe re digirnijî
Her roj
Santî bi santî
Xiram bi xiram
Dipîvan ten û beden
Dêmên pembûyî
Teysîn dicivandin
Pî bi pî
Li ser çavên me
Çarlepî dixişya
Stêrkek bû
Digindirî li ser
Erdê.
Gulatek şekir
Li ser lêvên me
Datanî..
Buharên rengereng
Bûrîn..
Xêzeke qeytanî
Lêva jor vegirt
Şanên bengînîyê
Li ser bejna spîndarî
Veda..
Beyanîya serê her sibê
Ramûsanek dipêça,
Destê dayika xilmaş
Bi xunava lêvên qurix
Dineqişand.
Hember eyna şayîk
Şeh dikir
Guliya reş û simbêlê
Nû bi ser lêvan de
Şikestî.
Kêleka bi kember
Mobayilê dixemiland
Bîst û yek buhar
Xistin birîka xwe
Gul li ser destê
Dayîkê neçand
Weke her sibehê
Şewişî, veterisî
Lezî li xwe pêça
Berê xwe da
Civana nervînê
Ma turmik û civana?!
Ma tirhik û soza..?!
Qey nervînê jê
Hez dikir ji me bêtir…?
Bendewara wî bû li
Çevaka rê,
Civan saz dikirin.
Roj gihabû cergê
Asoyê
Hîn zûbû, em
Xapandin axa sar
Berî me ew
Hembêz kir,
Tîrek ji kevana
Hindiyekî sor
Di guhê me re firî
Şûrekê şamî
Di demarê me de
Li hev wergera
Gêra striya
Di çav û canê me de
Dest pê kir
Ne me karî gewdeya
Nervînê bikevirînin
Ne gelî û tonelan
Di rêka wê de bikolin
De me aza bikira
Gencê berbixêlî û
Gerdena xemilandî
Bi ala miletekî
Bêwelat….
ليست هناك تعليقات: