OMER RESÛL-HELBEST Û JIYAN
Pênûsa Azad hijmara 6an 2019
Ji
dema ku tîrojên tavê xwe avêtine li ser ax û ava Kurdistanê, ji hingî ve helbest bûye
nasnameya êş û birînên me!
Bi
gera demê re helbest û stran bûne cot û daristanên tarîstanê dane ber top û
agirê xwe. Xwe gihandin birîndar û kuştîyan, birîndar bi hêvîyê derman kirin û
kuştî di nav rêza cangorîyan de bilind kirin da ku bibin stêrkên berxwedanê di
jîyanê de.
Xwe gihandin mişext û bê hêvîyan, hewar û êş û nalînên wan ji wan danehev
û ew serderî rêyên rojê kirin.
Xwe gihandin dayîkên kezbşewitî û zarokên di landikan de bê bav û dê
mayîn, ji dayîkan re bûne hespên keserkêş, hepspên ronî û rêyên dûr, û ji
zarokan re bûne hêlan û deydik û zengilokên xew û xewnan!
Li
nav ceng û hewar û şeran her ew bûn siwarên berxwedanê, her ew bûn piştî
qirkirin û kuştin û talanan em diparastin ji windabûnê! Û dibûne
dîrok û nasnam e.
Helbestê
ziman avakir, û zimanî gel ava kir, û gelî bi xwe re, bi herduwan, sirûda hebûn
û jîyan û azadîya xwe ava kir!
Baba Roxê Hemedanî hewar dikir: Xortino, çekê hilgirin,welatê xwe biparêzin ji dijminan,
da ku li Kurdistanê her demî bihar be!
Elîyê Termaxî, sofîyê ax û agiran, jîyana gelê xwe pizot têxist
(dêxist) dest û cergê xwe da ku mêja wî rasterast bighe Xwedayê wî!
Elîyê Herîrî, bingeh nijirandin û deng bi çaremînan berda
deşta jîyanê, gotin bi berfa çiyan şûştin, û bû rêwengerê rêyên rojê li
oqyanosên hewarê!
Baba Tahirê Hemedanî, dil bi çaremînan kir qubelta evînî û dildarîyê, ji daxwaz û serhatîyên
jîyana gelê xwe tîr veweşandin
tarîstanê!
Reyhan Xanima
Lorestanî, ji av û rûbaran gul dane hev, û ji daran keser
dane hev, û bû strana dem û waran li nav çiya û daristanan…
Leza Xanima Cafî, ji zinar û kevîyên dil kew berdan, û çendî mij û moranê lê zor dikir,
bi stranên rojê derî ji helbestan re vedikir.
Dayê Xêzanî ya
Sergetî, gotin bi agirê
dil dişûştin, û li tenûrên xwen û
hêvîyan nameyên ciwanîyê bi jenên dil dipehtin.
Nîşanî (Melayê
Cezîrî), şahê dildar û
oldaran, seydayê can kirî av û av berdayî li nav deşt û wargehên xwe.
Kuştîyê zilf û kemberên Selmayê, Sitîya bejin
zirav û bisk kesk.
Kuştîyê naz û letîf û cambidestan li nav gulşen
û sosinên welatê xwe.
Ehmedê Xanî, lêkerê kelhên ziman û evînê, dildarê rêyên ronî
û rojê, derî ji destanên evînê re bi Memû Zînê vekirin, û bi Nûbiharê jenên dil
kirin teyr û berdan ezmanê kûr û vekirî, xewn kirin hesp û ew bi xwe bû siwarê
azadîyê li nav çerxa deman.
Nalî, Salim, Koyî,
Herîq, Edeb, Ehmedê Muxtar, Tahir beg, Hemed, Rêwer, Bêkes, Pîremêrd, Goran,
Hejar, Osma Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Emerê Lalê, Palo, Xelîlê Sasonî,Bê
Bihar, Tîrêj, Ehmedê Şêx Salih…., û bi
hezarê weka wan, roj û ronî û
hêvîya welatekê azad dane dest hev, çerx û felekên demê bi helbestên xwe pîvan,
hewarên gelê xwe yê birîndar gihandin çarmedorên dinyayê, û bûn stêrên geş di
ferheng û wêjenameya welalê xwe de.
Helbest bû, erê helbest bû, dem gihandin
hev, siwarên nivîsê ji zindanên lalbûn û
ne derbirrînê rizgar kirin û bi germî ew anîn li nav gulîstanên xwe.
Ew gihandin mehrecan û çerxa demê!
Zincîra helbestvanên kurd , Mamosta Omer Resûl wekû tevnê hûna, da bibe tabloyek ji tabloyê wêjeya kurdî, deste wî sax be, dilê wî şad be
ردحذف