Seydayê Cegerxwîn-Nivîsîn-Mişe'lê Osman(bevê Nisrîn)
Di sala hezar û nehsed û sê ez hatime dinyayê Bi navê sultan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê
Di cenga Cîhanî ya pêşî de, hîn sêzde salî bû, bi malbata xwe re, ji gundê Hesarê derketin, ji ber ku birayê wî ( Xelîl) mehkûm bû ji ji gundê Hesarê derketin, ji ber ku birayê wî ( Xelîl) mehkûm bû ji hêla Turkan ve, û li Amûdê bicîwar bûn, di sala 1918an de, bavê wî (Hesen), serê xwe danî, ji Amûdê berê xwe dan gundê Hesarê, bi rêde li gundê (Bêdir Memo) sala 1919 diya wî (Eyşanê) jî serê xwe danî , li cem birayê xwe Xelîl dimîne, geh li ber destê xweha xwe danî , li cem birayê xwe Xelîl dimîne, geh li ber destê xweha xwe Asya, geh li ber destê jinbira xwe, karê xwe pê dikirin, şivanî, cot, nehiştin bi pêşve here, hijdesalî bû, dest bi xwendina ola Islamî kirîye , ji bo xwendinê li her çar hawêrî Kurdistanê geriya ye, bi vê gerê,rewşa gelê xwe baş naskirîye, û ji vê yekê, bû Kurdnasekî xwedî bîr û bawerî, û dest bi kar û xebata xwe ya civakî û siyasî û ramyarî dike, ji bo serxwebûn û azadiya gelê xwe, Di sala 1927 an de, (Kehla) dibe hevjîna wî dibe mela li gundê Hasda jorî, û gelek gundên dîtir Di sala 1937 na de, nadiya (Ciwan Kurd) li Amûdê vedike, lê gelekî nadûmîne, Firansa ew nadî girtin 1946 ji gund barkir, û li Qamişlo bicîwar bû, di warê siyasî de, karkir , di civata partiya( Azadî û Yekîtiya Kurd), Ehmed Naviz serokê wê bû, seyda Cegerxwîn Razgir bû 1948 bû hevalê partita Komonîst ya Sûriya 1957 an ji partiya Komonîst dûr dikeve, û bi partîya azadî re tevlî partiya dîmoqratî kurdî re dibin û dibin yek. 1959an dibe mamostê zimanê kurmancî di zanîngeha Bexdayê,û bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de, amade dikir, 3 sala li wir dimîne, 1962 vedgere Qamişlo 1963 tê girtin li zindana (Mezê) li bajarê Şamê, û surgun dibe Siwêda Di sala 1965an de, Cegerxwîn dibe endamê komîta merkezî ya partiya Dîmoqrat ya Pêşverû ya kurd li Sûriya û heta dawiya jiyana xwe endamê partiya xwe dimîne. Di sala 1968an de, govara (Gulîstan) damezirand, û bû berpirsyarê wê. 1969 tevlî şoreşa kurdî li Kurdistana Iraqê dibe, nêzîkî salekê dimîne, û vedgere Qamişlo Di sala1973an de, diçe Libnanê (Kîme ez, û Salar Mîdya) çap dike
1979 vedgere Qmişlo Di sala1979an de, ji Qamişlo diçe Siwêdê. 22-10-1984, li bajarê Stokholmê, serê xwe danî, û li hewşa mala wî li Qamişlo, dikeve bin axa sar. Sala 1984 salek reş bû, sê navdar ji nav me, koça dawî kirin( Yelmaz Gulê, Cegerxwîn, Qenatê Kurdo) Seydaya du kur û pênc keç, li dû xwe hiştin (Keyo, Azad, Gulperî , Rojîn, Beniye, Selam, sînem )
Berhemên seydayê Cegerxwîn yên çapkirî:
1-Pirîsk û Pêt , (helbest) 1945- Şam. Hêjaye gotinê, ku mîr Celadet Bedirxan ev dîwan çapkirî ye, di çapxana Bahoz de.
2- Cîm û Gulperî, ( çîrok ) , 1948 – Şam
3- Sewra Azadî , (helbest) 1954 – Şam
4- Reşo yê Darî ( çîrok ) , 1956 – Şam
5- Gotinên pêşîyan , 1957 – Şam
6- Awa û destûra zimanê Kurdî , 1961 – Bexda
7- Ferhenga Kurdî , cildê 1, 1962 – Bexda
8- Ferhenga Kurdî, cildê 2, 1962- Bexda, lê mixabin cildê 3 çap ne
9 - Ferhenga Kurdî, cildê 2, 1962- Bexda, lê mixabin cildê 3 çap ne bûye
10- Kîme Ez, (helbest), 1973 – Beyrût
11- Salar û Mîdya , 1973 – Beyrût
12- Ronak, (helbest) 1980 – Stockholm
13- Zend Avesta, (helbest) 1981 - Stockholm 14- Şefeq, (helbest) 1982 - Stockholm
15- Hêvî, (helbest) 1983 – Stockholm
16- Tarîxa Kurdistan, bergê ( 1 ) , 1985 – Stockholm
17- Dîwana Aşitî, (helbest), 1985 – Stockholm 18- Tarîxa Kurdistan bergê ( 2 ) , 1987 – Stockholm
19- Folklora Kurdî , 1988 – Stockholm
20- Jînenîgariya min , 1995 – Stockholm .
21- Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî, 1995 Stokholm
22- Şerefnameya Menzûm- Şerefxanê Bedlîsî, Çapxan Emîral-Beyrûd 1997
23- Tarîxa Kurdistan bergê(3) weşanên Roja Nû 1999 Stockholm Seydayê Cegerxwîn ji bilî van berheman, gelek gotarên wêjeyî, mîjoyî, civakî û siyasî, di gelek rojname û govaran de, belav kirine, mîna (Gulîstan, Hawar, Roja nû, Stêr, Ronahî…). Herwiha helbestên seyda di riya hunermendan re, di nav milet de , belav bûye,mîna ( Mihemed Şêxo, Memûd Ezîz Şakir, Seîd Gabarî, Aram Dîkran û Hunermendê şoreşvan Şivan.. û gelek hunermendên dî. Sebriyê Xelo Sîtî, Bavê Mislih
Berhemê seydayê Cegerxwîn yên ne çapkirî:
1-Dîwana Seydayê Cizîrî (Şirovekirin)
2-Dîwana Seydayê Ehmedê Xanî (Şirovekirin) 3-Çend Şorişên kurdên kevnare
4-Destûra kurdistanê (helbest)
5-Awa û destûra zimanê kurdî ( Grmatîk) bi latînî
6-Hozan û torevanên kurdistanê bergê 1(wergerandin)
7-Hozan û torevanên kurdistanê bergê 2(wergerandin)
8-Ferheng bi tîpên(Latînî)
9-Kurd. Basîl Nîkîtîn (wergerandin)
10-Mînoriskî (wergerandin)
11-Lêkolîna li ser Rojhilata navîn
12-Hespên ristevanên kurdistan
13-Leyla û Mecnûn (wergerandin)
14-Li ser instîtûta kurdî li Lênîngrad
15-Ûsiv û Zelîxe (wergerandin)
16-Ristê hin ristevanan
17-Gotinên Pêşiyan
18-Hesenê Mûsa (Çîrok)
19-Nivîsar (Hin nivîsar)
20-Çîroka xortê Îranî (wergerandin)
21-Dewleta Mahabadê (wergerandin)
22-Dewleta Eyûbî li Yemenê
23-Çîrokên kurdî
24-Kêferat li ser kurdistanê, Xalifîn (wergerandin)
25-Tarîxa benî Eyûb bergê 1
26-Tarîxa benî Eyûb bergê 2
27-Tarîxa benî Eyûb bergê 3
28-Baqismatê reş-Çîrok (wergerandin)
29-Şifêrê kemyona sor
30-Nivîsarek li ser dîbaca seydayê Xanî
31-Dîwana Cegerxwîn 1925
ليست هناك تعليقات: