Y. N. K.S -Şaxê Amûdê yadî 37 sal li ser koça dawî ya helbestvanê kurd Cegerxwîn lidarxist
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, şaxê Amûdê bi boneya 37salan diser koça dawî ya helbestvanê Kurd Cegerxwin re li hola Partiya Yekîtî ya Kurdistanî li darxist.
Bi vê helkeftê û li ser vexwendina şaxê Amûdê cemawerek balkêş û gelek kesayetên di ber wêjeya Kurdî de dixebitin ji Qamişlo, û Hesekê amadabûn û hijmarek helbest pêşkêşkirin.
Piştî rawestana xuleyek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ji layê mamoste Heybet Me'mo ve hat xwendin,û paş re
çalakiyê bi beşdariya :
Mamoste Toreçînê Reşwanî, Diham Ebdulfetah, Miş'el Osman, Bahoz gunreş, Xelîl Alçî, Ednan Hesê
Saziya Barzanî ya çand û huner, Dibistana Melayê Cizerî, Hewlêr Kalo, Şahînê dil bi kul, Hunermend bavê Laleş û gula Kurdî, bavê Ciwan, Çeleng, Mihemed Reşîd, Mihemed Xelo,aheng berdewambû, û bi sitranan hat bi dawî kirin.
ليست هناك تعليقات: