EBDULHELÎM EBÛ ZÊDJI BÎRDANKA DÎROKÊ 1955-2019
Luqman Yûsif
Li gundê Ebû Zêd yê li başûrî bajarê Qamişlo dikeve,
Ebdulhelîm Ebû Zêd di sala1955an de ji dayîk bû.
ji biçûkaniya xwe de guh pêl dikirin ser çîrok û salfey- ên
dayîk û dapîra xwe,û di qunaxa xortaniyê de ewî gelek dem di guhdariya
serpêhatî û salfeyên ku di riya çîrokzan û dengbêjan dihatin gotin û sitirandin
dikir.
Ebdulhelîm Ebû Zêd yê bi navê bavê Gernas navdarbû xwen-
dina xwe ya sertayî li gundê Til Erbîd bi dawî kir û ya navîn û lîsa li
dibistanên bajarê Qamişlo.
Piştî ewî çend sal leşkeriya neçar bi dawî kirin,ewî çend
salan wek karmend li ba dewletê xebitî,lê ji ber xebata wî ya bi rêxistinî weku
endam di nav tevgera Kurdî ya siyasî de bi biryarek ewlehî ew ji kar hat des-
tkişandin û bi dûrxistin,û bi sedema xebat û çalakiyên
wî ew hate binçavkirin û tûşî eşkencê di hat.
Nivîskar bavê Gernas bê rawestan xebat û çalakiyên xwe yên
di ber doz û wêjeya Kurdî de berdewam kirin û ji ber ew bihtir ji zimanekî
daxivî (Kurdî,Erebî, Aşûrî) ev yek pê re bû alîkar ku ew xwe noqî derya wêjeya
xwediyên van zimanan jî bike.
Ewî di gelek kovar û rojnamayên Kurdî û Erebî de nivî- siye
mîna:
Metîn,Ecras,Dîlok,Peyv,Aso,Pirs,Mewasim,Gelawêj,û Gulan.
Ebdluhelîm ebû Zêd ji damizrênerên Yekîtiya Nivîskar ên
Kurdistana Sûrya bû,û ta dawiya jiyana xwe ew m- abû razgirê şaxê Qamişlo yê
Yêkîtiyê .
Berhemên wî yên ne çapkirî bi deha ne û ji wan Alfab- aya
Kurdî,lê mixabin bi sedema rewşa wî ya tenderû- stî ewî nikarîbû bihtirî
dîwanekê bi sernavê Ger çap bike û yên destnivîs di pirtûkxaneya wî de li benda
derfeta çapê ne.
Ebdulhelîm Ebû Zêd bi sedema kêşeya dil di roja 8ê meha 10an
de ji sala 2019an de di nexweşxaneyekê ji yên bajarê Qamişlo çû ber dilovniya
Xweda û li goris- tana Qudûrbek bi xakê hate sipartin.
ليست هناك تعليقات: