Ehmedê Xanî 1650z-1706z Dîwana Mem û Zîn
BIRAHÎM QASIM
Di
nîvê dawiya sedsala şazdehan de, navê wêjevan û hozanvan Ehmedê Xanî li ser
asta Kurdistanê û derdora wê belav bû, wek feylesof û wêjevan, helbestvan û
zanewer dihat naskirin.
Ehmedê
Xanî wek mamosteyê ola Îslamî, bîrewer di zanista olî de bû û helbestên wî bi
hemû alavên spasdarî, evînî, şîret, pesndarî, rexne û herweha bi hemû alavên
binêşeyî û ciwankariyê (Rîtorîk û Afirînerî) bûn mîna nîgar, spartin, vepoşanî
û hevregezî…HWD.
Ser û mal û dil û cane me fîdayê te bitin
Bike qelbê me saqî ji şeraba xwe tehûr
Ehmedê
Xanî ji wan helbestvanên Klasîk ên kevnar tê hijmartin, oldarekî dilpak û
dilovan bû, hest û ramanên xwe berve xêr û qenciyê bi wêne û êkser dikir.
Dilo rabe xwe dilxweş ke hilo da biçne seyranê
Were carek tu xwe b`weş ke biçin seyra gulîstanê
Bedewiya
helbestên wî di berhevokên wî (Mem Û Zîn, Rêça Îmanê û Nûbihara Zarokan) de
diyar e, banga wî bangeke xweş û xebata wî ya azadiyê û duristkirina jiyana
mirovahiyê bû.
Mîna qencî û xirabî, hebûn, bedewbûn, huner,
azadî û banga xweş bû, ev rêbazeke bêhempa di qada dayîna mirov û qeweta mirov
de ji bo duristkirin û xebitandina di doza mirov de ye.
Wî
jî wek hozanvanên beriya xwe ji bilî zimanê kurdî, bi zimanê erebî, farisî û
tirkî jî dizanî.
Ehmedê
Xanî, mirovekî wefadar, rêz û siyaneta zanyar û hozanvanên ji berî xwe digirt,
ziman û edebiyata wan zor dinirxand, herweha navên nifşê berê belge dikir da ku
li paşerojê diyar bin.
Min dê elema kemalî mewzûn
Alî bikira li banî gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqêhê Teyran
Hetta bi ebed bimaye heyran
Ne
tenê helbestvan bû lê belê dîroka edebiyatê baş dinasî, xebatkar û şêwirmendê
civakê bû.
Çi bkim ku qewî kesade bazar
Nînin ji qumaşî ra xerîdar
Ehmedê
Xanî yek ji wan wêjevanên pêşrew mîna Feqê Teyran bû ku çanda kurdî ya devkî
dinivîsand.
Wî
helbestên xwe bi şêweyê klasîk li ser gelek cureyên pêlewazan, bi malik û
rêzikên dawîbirên yekgirtî nivîsandine, lê efsana xwe ya navdar (Mem û Zîn) ji
2,600 malikan bi newaya ji deh dengan li ser pêlewazeke taybet û wekheviya
herdu malikan pêk aniye.
Dibe
ku ev yekemîn car be ku helbesta kurdî bi şêweyê Romantik, êkser hatibe
nivîsandin.
Çîroka
Mem û Zîn tê pêşbînîkirin ku ew pir kevnar e û di hin ristên Melayê Cizîrî de
wek navê Mem û Zînê hatiye bikaranîn, dibe ku li gor demê û pêwîstiya rewşê yan
jî ji bo zindîkirin û parastina çanda gelê Kurd winda nebe.
Ji
risteke Melayê Cizîrî emê vê malikê wek belge wergirin ku ev çîrok ji berî dema
Ehmedê Xanî hebû.
Mûyekî ez ji te nadim bi dused Zîn û Şirînan
Çi dibit ger tu hesêbkî me bi Ferhad û Memê
Helbet pirtûkxaneya kurdî tekez dike,
dîroka edebiyata kurdî ya kevnar li gel tesewifê taybetmendiyeke xwe ye felsefî
heye û di nav şêweyên cûrbecûr bi taybet di navbera (Klasîk (Kevnar),
Romantîzim (Dildarî) û Riyalîzma (Rasteqîn) de nehatî cudakirin çimkî di wê
demê de hîn cudahî neketibûn navbera cureyên edebiyata cîhanî.
Bêguman
hin guherîn li dema wî ji aliyê raman û ramyarî de ketin rewşa edebî û civaka
kurdî bi taybetî dema şerê Osmanî û Sefewiyan li ser xaka Kurdistanê û ji
encamê wî şerî ji bilî talan û wêrankirinê bi hezaran Kurd hatin kuştin û di
nav herdû Împratoriyan de welatê wan hate perçekirin.
Kul,
êş, derd û xemên Ehmedê Xanî ji ber perçekirina welatê wî, neyekrêziya efser û
pêşengên Kurda ji ber tênegihiştin û kêm derfetên zanistiyê gihiştin asteke
bilind, loma berê xwe da wêjeya rasteqîn û pêbawer bû bibe deriyek ji bo
hişyarkirina civaka kurdî û berve netewa wî bibe.
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahib keremek sûxen newazek
Neqdê me dibû bi sikke meskûk
Nedma wehe bê rewac û meşkûk
Helbestên
wî neynika civata wî ne û li mizgeft, gund û bajaran barekî zor giran
hilgirtibû ser milên xwe, ji mezin û biçûkan re xwebexş bû û wan fêrî hemû
cureyên zanistiyê dikir, herwekî dizanî asoma milet di riya zanistê re tê
çareserkirin.
Li
wan deman di sedsala şazdehan de, çend helbestvan derketin holê û yên herî
pêşeng ji wan: Îsmaîl Bayezîdî li gel Şêx Mawlana Xalid Neqşbendî bûn.
Di sedsala hejdehan de serdema romantîk di helbesta kurdî de qewimî bû, em navên mîna helbestvan Nalî dibînin ku ew di cînas û vepoşaniyê (metaforekê) de li gor nêrîna hin rexnegiran melevan bû.
ليست هناك تعليقات: