Şandeke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistan- Sûriyê serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Hesekê kir.
Îro Sêşemê 23.11.2021, şandeke Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Hesekê kir.
Şande bi serokatiya xanim Fesla Yûsif, sekretera Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistan - Sûriya û endama Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bû.
Şande ji aliyê endamên desteya cîbicîkar birêz Mişeal Osman û Omran Munteş û her du endamên desteya rêveber ya şaxê Hesekê Serokê şax Seyfidîn Qedrî û cîgirê serokê şax birêz Se'îd Yûsif.
Xatûn Fesla behsa rewşa siyasî ya herêmê û azarên rewşenbîr û xelkê ji ber rewşa dijwar a aborî kir. Piştre jî li ser rola rewşenbîrê kurd hat axaftin
Paşê li ser rola rewşenbîrê kurd di mijarên netewî de, giringiya ziman û wêjeya kurdî û pirsgirêkên civatê hat axaftin.
Di dawiya civînê de, partiyê alîkariyên madî pêşkêşî şax kir û li hember jî şaxê Hesekê jimarek ji kovara (Pênûsa Azad) pêşkêş kir.
ليست هناك تعليقات: