Şaxê YNKS li bajarê Hesekê pêşwaziya şanda Şepêla Pêşerojê ya Kurdî kir
Roja 16.11.2021, şandeke Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya birêz Zubêr Mûsa û mamosta Sultan Ebdela serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li şaxê Hesekê kir. Şandeyê behsa kar û xebata şaxê Hesekê di warê ziman û wêjeya kurdî de kir. Piştre şanda mêvan diyariyek hêja pêşkêşî şax kir (ala Kurdistanê û çend jimarên pirtûka şehîd Mişel Temo ya bi navê ( كلمة أخيرة).
Piştre serokê şaxê Hesekê spasiya hatina mêhvanan kir û hêviya serkeftinê ji bo xizmeta doza gelê Kurd xwest.
ليست هناك تعليقات: