Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd bavê cûdî ,di bin vî navî de di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir
Xemgîn nîşanek bû li cem Ferîd bavê cûdî ,di
bin vî navî de di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandinê kir ji bo ji zaroktiya
xwe ve min hes ji çîrokan dikir nexasim
ji devê dayik û xûşka xwe , wî ji hevalên xwe re digotin , dema ew gihşt
qûnaxa navîn ji xwendinê diçû bajarokê Tirbespiyê ji bo xwendinê çimkî
dibistana navînî li gundê wî ( Girbikêlê) ne bû û li Tirbespiyê li ser destê
mamosta Bedran Osman fêrî zimanê kurdî bû .
Wek xort dara evînê
di dilê wî de şîn hat û hin korte çîrok û helbest nivîsîn bi zimanê kurdî ,ji
tiştên bandora xwe kir romana Elbû'asa ya Vîktor Hogo bû , mixabin ew dar di
dilê wî de çirmisî wek encama rêwîbûna wî bo Şamê ji bo berdewam kirna xwendina
xwe ya amadahî ,li Şamê keçeka filestînî bi navê Rîm naskir û evîna rast naskir
û bi bavê wê re bû dost û heval yê ticar
ji bîr nekir li gor bê bexit û xêr nexwazan ew ji hev dûr kirin ,di wê demê de
di bêtir ji sê salan de wek bîranînên xwe bi zimanê kurdî pênc lisernivîs (lênûs)
nivîsandin , di wan de kurte çîrok yên ji xeyal û sawîrên wî girêdeyê bi Elî (bavê Rîm) ve û hin helbest
li ser evîna Rîm , lê Beko ne bes di çîroka Mem û Zîn de heye , ew bi rengê
heval û nas kir dûrbûn ket navbera Ferîd û Rîm de û hevaltiye Ferîd û Elî kir
dijminayî .
Ne bes wilo nakokî di
hundirwê mala wî de çêkir û tirsa ewlehiya Sûrî (emin û mûxaberatên Sûrî) kir
dilê wî û malbata wî de ji loma di rojeke havînî de piştî ew ji aliyên wan ve
hat xwestin her pênc lênûs şewitandin .
Bixwendina
endeziyariyê mijûl bû û ligor nêzîk bûna wî û dotmama wî evîna Rîm ji dilê wî
der neket û carek dî Beko serê xwe rakir û agirê çîroka Rîm geşkir ji loma
dotmama wî jî ji wî dûrkir, di sala 1990 an de wî li Laziqiyê di xwaringehê de
kar dikir (wek salên berê dihavînê de kar dikir jibo hinek ji xercî û mesrûfa
xwendina xwe bi dest bixe ) dawiya şevan li ser qiraxa deriyaya sipî di rûnişt
û xem û kulên xwe tanîn bîra xwe û hin
ji nîvisandinên xwe tanîn bîra xwe nexasim tişênli ser Rîm û li ser dotmamê
nivîsî bûn û şewitandin û dayika xwe
tanî ber çavê xwe li gor ew pênc sal derbas bûna ku dayika wî miriye û çûye ber
dilovaniya xweda û di şevekê de ji wan şevan de biryar da li nivîsandinê vegere
lê bi şêweyekî cûde .
Her şev yan her
çend şevan nameyek ji dayika xwe re
dinivîsand û di wande gilî û gazinên xwe
dikirin û Rewşa xwe ya aborî ,civakî,tenduristî û nefsî diyar dikir , buyer û
serpêhatî yên di jiyan û xwendina wî de
di wan naman de diyar bûn , ew name berdewam bûn li Şamê jî
ta xwendin bir serî û li Laziqiyê leşkerî ya
neçar di kir di sala 1999 an de .
Xwezgînîyên dotmama
wî pir bûn lê mamê wî bi êşa dilê wî zanî bû
û pê dipûnijî û kes ji xwezgîniyan ne dipejirand bi hêvîya ku birê wî,
wê ji layê xwere bixwaze lê birayê wî hey jê ne bû ta şevekê mêvan bû li cem(
bavê Ferîd mêvan bû limala mamê wî) ,
mamê wî ji bavê wî xwest ku qîza xwe bide layê wî Ferîd.
Wise Ferîd bextewar bû û bi dotmama xwe re zewicî piştî
leşkerî bir serî , ma berdewam di nivîsandina namên xwe de ji dayika xwe re .
Dikarê xwede wek
endeziyar mijûl bû ,dibere diwarê kombiyûter de dixebitî .
Dema fitna Sûrî û
payiza erebî dest pêkir bi navê şoreşê û
buhara erebî û azadiyê û şî'arat û siloganên bi çirûsik di sala 2011 an de
,Ferîd jî wek gelek kesan bawerkir raste ,û tevlû çalekiyan bû û wek mamosta yê
fêrkirina zimanê kurdî li bajarokê Tirbespiyê û gundewarên wê û pertûk amade
kir di vî warî de ,bi alîkariya mamosta Behcet û ew pertûk hat çapkirin ji bo
şagirtan û wek berhemek hevbeş hat pêşkêşkirin dema yekîtiya
nivîskaran hat efrandin di 2013an de li gor di konfirans de bejdar ne bû lê
bû endam ev gav bû wek qewet ku bêhtir karê nivîsandinê bike li gor yekîtiya nivîskaran bû du beş û di wê demê de
du kes hebûn alîkar bûn kû berdewam be di nivîsandinê de û ew jî ev bûn mamosta
Selah Beyro û mamosta Ebdilhekîm Ehmed, ji loma û nexasim dema piştî bîst û çar
salan pêwendî yên telîfonê bi Elî bavê Rîm re çê bûn û diyar bûna kêfxweşiya
Elî bi wan pêwendiyan dest binivîsandina kom çîrokekê kir bi
navnîşana( daristana çerxê bîst û yekê) ya ji 12 çîrokan pêk dihat ew çîrok ji şûnwar,
filiklor û dîroka kurdî û hûnandî bi sawîr û xeyala wî ve û girêdana wan bi
Rewşa Sûrî bi giştî û ya herîma kurdî bi teybet
ve û sala 2018 an de di konfiransê yekîtiya nivîskaran de bejdar bû wek
endemekî di vê saziyê de , li gor hewlên wî ku ew kom çîrok ji aliyê yekîtiyê
ve werê çapkirin lê nehat çapkirin li carekê lêvegerek mamosta Luqman Yûsif jê
re çêkir û hin guhertin ketin wan çîrokan
de .lê ew çîrok man li ser kombiyûter ne çapkirî , Li gor hemî tiştî hin ji wan çîrokan hatin
weşandin li ser malpera kovara Dîwar li ser Fêsbûkê , her dimêne bi hêvî û berdewame û piroja
nivîsandina hin çîrokên dî jî heye û nawisteye ji bo mijûl e bi kar ê xwe wek endeziyar û rahîner di
warê kombiyûter de û nivîsandina pertûkên rêbaza ICDL û amadekirina fayilên pdf
di vî warî de ji bo şagirtan .
ليست هناك تعليقات: