Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-Şaxê Tirbespiyê û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî -Xwecihiya Tirbespiyê, çalakiyek lidarxistin
Îro 14. 2. 2022, li ser daxwaza Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-Şaxê Tirbespiyê û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî -Xwecihiya Tirbespiyê, bi berdewamiya çalakiya ku her dușemban dê lidar bikeve Hevdîtinek û maseyek gengeşeyê li bajarê Tirbespiyê, li baregeha xwecihiyê pêk hat, bê guman gengeşeyek siyasî pir zengîn çêbû ji layê kesên amade ve ji nivîskar, rewșenbîr û siyasetmedaran, li ser çar pirsan ku berê hatibûn amadekirin, ew jî ev in:
- Gelo Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriya bi vê avakirin û șêweya xwe ya niha kare bi kar û barê ku li ser pișta wê ne rabe ?
- Hun çawa dibînin endametiya Encûmenê di koalisyona niștimanî ya Sûrî de û gelo mana wê tê de giring e ?
- Hun çawa têkiliya Encûmenê bi herêma Kurdistanê re dibînin û gelo Encûmenê sûd ji arîkariya herêmê kir û bi taybet serok Barzanî?
- Gelo Encûmena Niștimanî çarçoveyeke dezgehî çalak e, bi çi rengî û çawa kare xurtir bibe?
ليست هناك تعليقات: