Adilê Evdile-Lehingekî ji bîrkirî-Pênûsa Azad Hijmara 10an
Ya herî baş ew e, ku mirov li kêleka şêr be, ne li ya Rovî be, bi
vê simbola giranbuha Ebdulrezaq beg Bedirxan kurê Necîb Paşa dest bi xebata xwe
ya netewî kir, û ji xwe re kire simbol û bîrdoz.
Lê ka em binasin ev leheng kî ye û çi kar di ber netewa xwe de
kiriye, û kêşa kurdan gihande çi astê?
Bê guman, bêhtirê gelê Kurd nav û deng, xebat û karên malbata Bedirxaniyan bihîstine, çi hindik û çi gelek, lê tekez, vê malbatê navê xwe di rûpelên dîroka kurdistanê de terxan kirine. Ji nav malbata Bedirxaniyan, piştî Bedirxanê mezin, kesên ku bêhtir hatibûn naskirin, weku navdar, ji bal gelê Kurd û rewşenbîran ve hatibûn xwiyakirin, ev bûn: Celadet, Kamîran û Miqdad, ev hersê neviyên Bedirxan beg bûn, lê ne ku van hersê lehingan bi tenê kar û xebat kirine, ji bilî wan jî di nav malbatê de, hinan ji wan xwe dane pêş, ta ku rû bi rû hatine sergûnkirin, zindankirin û ta hinan ji wan canê xwe ji dest dane. Yek ji wan lehingên ku xweş ne hatiye naskirin û mafê wî hatiye windakirin, Ebdulrezaq e.
Ebdulrezaqê Bedirxan kurê Necîb Paşa di sala /1864/an de cara
yekemîn çavên xwe li dinyayê vekirin, li bajarê Istenbolê, weke rê û rêbazên
malbata Bedirxaniyan ku şehreza û şehristanî bûn, babê wî çend mamoste jê re
amade kirin, ku kurê wî fêrî ziman û zanistan bibe, Ebdulrezaq hem li malê ku
mamoste amade bûn û hem li dibistanan fêrî xwendin û zanistan dibû, ta karîbû
çend zimanan bi dest xwe bixe, weke: Fêrbûna zimanên Fransî, Erebî, Turkî,
Rûsî, Farisî, Kurdî û h.d. Lê mamosteyê wî yê sereke û giranbuha helbestvanê
navdar, Hacî Qadirê Koyî bû, ku li ser destên wî û di dibistana wî de fêrî
zanîn û hezkirina Kurd û kurdewariyê bûbû.
Her kesekî ji malbata Bedirxaniyan berê xwe dane karekî kurdewarî,
lê Ebdulrezaq Bedirxan berê xwe dabû siyasetê, rewşenbîriyê, wêjeyê û zanistê, lewre Imperatoriya Osmanî jê bitirs û piştkul
bû, îca hemî rê û şêwe bikar tanîn ku berê wî biguherin ji kêşa kurdî, çi bi
dûrxistina wî ji kurdistanê, yan bertîlkirina wî bi pereyan, nîşanan û bi
destxistina karvedanên bilind, û carna dap û pîlan jê re didanîn, sebaret
kuştina wî.
Li ser dema xunkar Ebdulhemîd, xunkarê Osmaniyan, Ebdulrezaq li
Fransayê dixwend, lê Ebdulhemîdê xunkar
nehişt ku xwendina xwe bigihîne dawî, ew ji Fransayê anî û berê wî da Rûsiyayê,
li bajarê Biter Burgê, ew kire cîgirê
balyozê welatê xwe, li wir Ebdulrezaq çavên xwe bi ferehî vekirin, û berê
xwe da wêje û kultura Orus û pê de çû ta xelata Stanislav ya dostaniyê wergirt,
lê dîsa xunkar Ebdulhemîd ew dişopand, îca ji wir berê wî da Tehranê, li wir bû
Balyozê welatê xwe, lê li wir jî dom nekir, çinku sîxuran agahî gihandin xunkar
Ebdulhemîd ku Ebdulrezaq karê netewî yê kurdewariyê dike, xunkar ferman da ku
Ebdurezaq vegere Istenbolê, lê ewî berê xwe da welatê Orus û xwe gihande bajarê
Tiblîsî li Gurcistanê, dîsa Ebdulhemîd ji pey venedigera, hawara xwe gihande
babê Ebdurezaq, li ser daxwaza babê xwe vegera Istenbolê, di koşka Imperatorî
de çardeh salan kar kir, lê paşê bi malbata xwe re bi fermana xunkar Ebdulhemîd
hatine surgûnkirin, li bajarê Terablus paytexta Lîbiya, wê demê ku ew welat di
bin destên Osmaniya de bû, li Terablus avêtin zindanê, piştî dest û lingên wî
bi zincîrên hesin hatin pêçan, sedemên surgûnkirina Ebdulrezaq û /3000/ kes ji
malbata wî bo Terablus li Lîbiya, tumetbarkirina wan bi kuştina Ridwan paşa,
sermezinê parastina Xunkarî bû, ku hatibû kuştin li ser destên kesin ne diyar,
Di sala /1908/an de, contirkan
Xunkar Ebdulhemîd ji ser desthilatê rakirin û
lêbûrîna giştî derxistin, zindanî ji girtîgehan derxistin, û kesên surgûnkirî
vegerandin, lê malbata Bedirxaniyan, mane piştî lêbûrînê ta sala /1910/an.
Di sala /1910/an, piştî surgûnkirina çar salan, fermana azadbûnê
derket, Ebdulrezaq vegera Istenbolê, û li wir dostaniyeke xurt bi balyozê
Orus Tişarîkov re girê da, û di rêya wî
re, xwe gihande welatê Orusan, xwe
gihande bajarê Yerîvanê, mebesta wî xwe nêzîkî Kurdistan bike, lê parêzgarê
Yerîvanê derfet ne dayê, ji wir Ebdulrezaq berê xwe da kurdistana rojhilat û li
bajarê Xoyê rûnişt, li cem kurê dostê xwe, Simkoyê Şikakî, ku bavê wî di
girtîgeha Terablusê de ser destê dadwerê turkan hatibû kuştin, dema bi
Ebdulrezaq re di zindanê de bû, li wir serok û navdarên kurdan yên herêmê li
xwe civandin, û pêwendiyên xwe bi serokê Aşûriyan re girêdan, dîsa ev kar û
xebatên Ebdulrezaq li Turkan ne xweş hatin, û Ebdulrezaq jî ne rawesta, di bin
şevê de xwe gihande bajarê Wanê, li wir bîst rojan ma, û serok û girgirekên
kurdan dîtin, li wir jî sîxurên Turkan ew di şopandin û xwestin wî bigirin, lê
wî xwe gihande nava balyozxana Orusan, xwe bi wan parast.
Di sala /1912/an de, Ebdulrezaq xwe gihande şêx Ebduselamê Barzanî,
û bi hev re berê xwe dane dewleta Orus, alîkarî xwestin ji bona rizgarkirina
beşekî ji Kurdistanê, ku herêma Mûsil danîbûn ber çavên xwe, lê Orusan dest û
alîkarî nedan wan. Di destpêka sala/1913/an de, Ebdulrezaq bi alîkariya hevalê
xwe Simko li bajarê Xoyê dibistanek xwendinê ji zarokên kurdan re vekir, bi
alikariya Orusan, zikat, alîkarî ji maldaran û bazirganan werdigirtin û li
dibistanê dimezaxtin, rojnameyek jî derxistin, lê hin nakokî di navbera Ebdulrezaq
û Simko de derketin, çinku Ebdulrezaq dixwest hin ji wan pereyan artêşek ji
kurdan amade bike, û parçeyekê ji xaka Kurdistanê rizgar bike, lê Simko didît
ku hîna dem ne hatiye, û ev kar barekî giran e, wê neçe serî, di wê demê de,
cenga Cihanê ya Yekem destpê kir, hingî Ebdulrezaq berê xwe da Orusan, di
baweriya Ebdulrezaq de ku bi alîkirina kurdan bi Rûsan re, ew erd û bajarên ku
Orus ji turkan bistînin wê radestî kurdan bikin, lewra hêzek ji /500/ şervanên
kurdan dane ser hev û li kêleka artêşa Orus şerê Turkan kir, sê salan, bajarên
Wan, Bidlîs, Erzerom û Mûş bi dewr û berên xwe ve, hatin rizgarkirin, lê paşê
Orus ew xak û bajarên kurdan yên ku ji bin destên Turkan rizgar kiribûn, bi
alîkariya kurdan, radestî Ermenan kirin.
Ebdulrezaq berê xwe da bajarê Tevrêzê, li îranê, ji wir jî berê xwe
da Gurcistanê, û ji wir xwe gihande Fransa, bajarê Parîsê da ku di nav
penaberên kurdan de kar bike, lê hezkirina wî ji kurdistana bav û bavpîran re,
cardin berê wî dida welatê wî, mixabin di sala/1918/an, kete nav destên Turkan
de, li bajarê Mûsilê, yekser hate bidarvekirin, çendî em bêjin û binivîsin, li ser
jiyan, xebat û karên vî lehingê Kurd, hêjî wê kêm be.
Jêder:
Hesen Hişyar, Dîtin û bîranînên min.
Celîlê Celîl, Raperîna kurdan ya rewşenbîrî.
Enternêt.
ليست هناك تعليقات: