Danasîna Helbest û Celebên Helbesta Kurdî
Birahîm qasim
pênûsa Azad-hijmara 10an
Di vê gotarê ezê li ser du cûreyên helbestê
binvîsînim:
1- Şêweyê
Klasîk Ê Kevnar (Kevneşop)
2- Helbesta Klasîk A Hevdem
1-Ev şêwe, wekheviya kîtan tê de
wek bingeh tê girtin, li ser pêlewaz, newaya kurdî û wekheviya dawîbirên
malikan xwe sazbend dike.
Li pêş me diyar e ku piraniya wêjevan û lêkolînerên dîroka
wêjeyî, baweriya wan heye ku wêjeya kevnar çavkanî û jêdera edebiyata klasîk e,
herweha ew bixwe mîrata mirovahiyê ye.
Helbesta kurdî ya kevnar ew jî yek ji jêderên
edebiyata kurdî çi ya devkî û çi ya nivîskî ye, bêguman ew bi zimên re hatiye
afirandin, herweha ew zimanê halê milet, kesayetiya dîroka civaka wî di
pêvajoya rewşa jiyanê de û di destnîşankirin û tomarkirina dîroka gelan de alîkar
e.
Tê pêşbînîkirin ku helbesta kurdî
ya klasîk a kevnar bi nivîskî taybetmendiya xwe heye, ango rengê wê ji
edebiyata klasîk a Rojava xwemalî û cuda ye, ew bihtir nêzîkî edebiyata erebî û
farisiya derdorê ye.
Belgeyên ber destên me dibêjin
helbesta kurdî ji dawiya sedsala dehan û destpêka sedsala yazdehan ji dema Baba
Tahir de bi şêweyê kurdiya lorî dest pê kiriye.
Eger ew çiqas bi tesewfê re mijol bû lê di heman
demê de gazî xort û lawan dikir ku li hember dijminên Kurdan rawestin û
berevaniyê di ber xaka xwe de bikin.
Ev cure ji helbestê, pir caran name û naveroka wê
ji aliyê xwendevanan ve natê gihiştin, ji ber ku bi wêjeya ciwankarî û
rewanbêjî, torevanî û hişyarî, bi hestên kûrwêne û ramanên felsefî yên veşartî
ne diyar in, çimkî ew ristên binêşeyî, rewanbêjî û wekîneyî bi lîmet hatine
hûnandin.
Ez bawer dikim helbestvanên vî beşî bixwe ne tenê
helbestvan in, lê belê ew hozan, zanyar û rewşenbîr in, lewra helbestên wan
pêwistî şirovekirineke dirust in, ew jî mijareke bi serê xwe ye.
Ji bo wateya vî beşî werê diyarkirin, emê çend
perçe ji helbestên hin helbestvanên kevn binivîsînin,da em binasin çiqasî helbestên wan
ciwantirîn wêne û hişyariyek zor bikaranîna şert û mercên helbestê û ristên xwe
çawa binêşeyî, rewanbêjî û bi lîmet û hestne dijwar hûnandine
Baba Tahirê Oryanî:
Ge şew dadê mi estêre jimar im
Li çeşnî şew dirêj e intizar im
Li paşî nîweşew ger tu nehatî
Hewir dênim digir mênim dibarin
Melayê Cizîrî:
Weha di helbesteke xwe de dibêje:
Newaya mutrib û çengê, fixan avêt e
xerçengê
Wera saqî heta kengê, neşûwîn dil
ji vê jengê
Heyata dil meya baqî, binoşîn da
bimiştaqî
Ela ya eyyûhel saqî, edir kasen wenawilha
Pertew Begê Hekarî:
Bo xema dil min xwezî yarek heba
Ya ji bo zexman me muxwarek heba
Xeste û bîmar û derdê dilberan
Merrhemek inwan û tîmarek heba
Mele Xelîlê Sêrtî:
Lîbasê ji bo fexr û kubrê mepoş
Mucerred ji bo ta`etê wî bipoş
Heramî û dîbac û qezber meke
Bi wan ta`etê xwe tu berze meke
Helbesta Klasîk A Hevdem
Helbesta kurdî bi hemû cureyên xwe ve di dema nû de
bikar tên, lê helbet wek me gotî ku naverok, wêne, hest û raman li gor rewşa
cîhanê û taybetmendiya kurdî xwe guhertine û berve pêşketin, teknolojî û
şaristaniyê ve çûne.
Helbesta klasîk a hevdem ji helbesta kevnar zaye,
parastina jêdera hunera resen a kevneşop dike, bi wêne û ciwankariyê re palbend
e, lê wek mijar û naverok xwe jê guhertiye û bi rola helbesta nûjen radibe, ev
şêwe xwe berve Riyalizim (Rasteqîn)ve ajotiye û li ba hin helbestvanan
tevlihevî navbera Riyalizima Rasteqîne û Riyalizma Sosyalist çêkiriye -Cegerxwîn- wek nimûne:
Hetta niha em rast
diçûn
Îdî werin em çep
herin
Destên xwe bidne
çepgiran
Lê pir li xwe muqate
bin
Ev şêwe ji hin malikan pêk tê û ji helbestên kevnar
ên kevneşop di hevbeşiya xwe ya kêşesaz(Pêlewaz), newa, sazbend û dawîbiran de
nehatiye guhertin, herweha bi helbesta ku karî edebiyata netewa xwe biparêze û
berve zindîtiyê ve bibe tê naskirin û li ser rêbazên mirovahiya rast û dirust
ji bo çareserkirina kêşeyên civakî wek pirsgirêkên evînî, hejarî, stem,
zordestî, azadî û rizgarî di destpêka çerxa bîstan de xwe daye nîşandan,
herweha ew êkser rewşa demê dişopîne û dikeve bin bandora pêşketina jiyan,
ziman û edebiyatê û berev şaristaniyê ve diçe.
Emê hin nav û perçeyek ji helbestên helbestvanên vê
demê pêşkêş bikin, ew jî wek wefadarî ji bo ked û cefayên wan ên bi rûmet di
warê edebiyata kurdî de ye.
Di evîniyê de, weha dibêje:
Carek were camê ji
te ra ez bigerînim
Bavêjime meyxanê ji
ber vê kefiya xwe
Pêxemberê derda me
wekî Ehmedê Xan`im
Tiştek me nizanî qe
ji kurdperweriya xwe
Mey noşî dibin
Kurdê me serxoşî dibim ez
Lew bûme Cegerxwînê
mey û serxweşiya xwe
Di pesn û aferînên xwendekar û rewşenbîrên ku
zimanê kurdî diparêzin de weha dibêje:
Dilovanê gelê Kurd
im
Bi dil xurtî çi
hêzmend im!
Evîndarê zimanê
rast
Dijîm her dem çi
pabend im!
Bi xurt ristên
durist û naz
Çi dilşad im!
Hewesmend im
Bi zarê xweş bi peyva
nerm
Bi dilxurtî
hunermend im
Ziman û toreya
Kurdî
Di gel wan her
hevalbend im
Di pesn û şîretkariyê de weha dibêje:
Ez mişxt im mey
neda me bê dirov name me
Ew nizanit ez ji
mêj e çagirê meyxane me
Ez xudan peyman û
soz im pariyê te naçitin
Ez bi rastbêjî
diyar im mêrekê kurdane me
Min divêt ez xwe
bisojim zêdekarû te çi ye
Ez bixwe agir perês
im ez bixwe perwane me
Di pesn û aferînê (Nîlson Mandêla) de weha dibêje:
te serfiraz kir
efrîqa başûr
ji destê dijmin bi kotk
û zor
hezar aferîn rêberê
milet
li te pîroz be ev tac û sewket
Dest xweş bavê pîro
ردحذف