Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriya – Şaxê Girkêlegê- Semînarek helbestî lidarxist
Îro roja Sêşemê rêkeftî 29-3-2022 li ofîsa Partiya Dîmuqratî
Pêşverû li bajarê Girkêlekê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Şaxê
Girkêlegê semînarek helbestî bi amadebûna hijmarek mezin ji rewşenbîr û
hellbestvan û siyasetmedarên deverê û herweha bi amadebûna mamosta Luqman Yûsif
serokê yekîtiyê û mamosta Muhemed Ebdê û Mamosta berzan husên endamên desteya
cîbcîkar.
Semînarê bidestpê kir ji layê helbestvan Muhemed Zekî
Gergerî pîştî xuleyek bêdeng liser canên pakrewanên Kurd û Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye ku Muhemed Zekî Gergerî Bavê Kawa karî baş
nameya xwe bi çend helbestên ciwan û pirwate û hestnetew ku rewşa gelê me têde
ronayî bike û baş bighîne gelê xwe.
Y.N.K.S-şaxê Girkêlegê
29-3-2022
ليست هناك تعليقات: