Dipirsin ma Hayku çi ye?!-Dr. Şahnaz Yûsif
Dibêjim: Hayku têkildarbûneke
ji ber xwe ye,
navbera mirovan, sirûştê û civaka derdorê,
Hayku; ew derketina tîrêjên ronahiyê di nava tarîtiyê de ji qulikên
nerînê ve, wek dema ji nişka ve, çirisîna çavên kitikekî di reşê de, yan çirisîna
stêrkek rijiyayî ji ezmanên jorî de,
divê bigihîne kesên wergirtî bi qasî wê
matmayîbûn, jiberxwekirin û bedewiya wê çirsîna ku ji nişka ve û bi rastî
çêbûyî.
Ew jî barek ji matmayîbûna ji nişka ve di carekê de belav dibe û
dibe nexşek li ser rûpela giyan.
Dibêjin ma çawa bicihanîn û encamdanên hayku çêdibin?
Dibêjim Kêliyek ronakbûna diyarkirî û bêlî ye, ji nîşkave tê wek
her lerzînek ne di bîr û bala kesî de û dibe gulstêrkek bedew û spehîdar, ev
dihêle ku newşekarîkirina Hayku bibe wek limêjek di nav bayê helbesta serbest û
azad de.
li ser cilka wê zemawend û hevgirtina dîmen û nerîna haykîst pêk tê
bi rengekî pak û zelal, û matmaybûnek seyr dipişkive.
Hayku di ferhnga min î hundirîn de girêdayî çêja bayê ku ez dikişînim
, bi reng û bêhna xaka ku şopên xwe li
ser çap dikim , bi heyva ku li bendê dimînim
bibe li çardehê, di pistepista
stêrkan di bêdengiya şevê de, di çîveçîva çûkên sibehê bi qebqeba kevok û kewê
re, banga beşdariyê li min dikin, lê dema ku pencera sibihê vedikim bi revrevkên
baskên xwe li hev didin û li ser sêderek nêzîk divenişin tu dibê soza careke dî
bi te re didin, lê ew soz seyrek jê re divê ta ku bibe rastiyek li ber dest û
çavan.
Hayku hizkirin e, lihevhayina bi xwe û yên din re û herwiha ya herî
baş û girîng bi sirûştê re
Hayku ne tenê navdêrîkirin û pesindana rewş û wêne û dîdaran e, lê
pê re jî tîrêjên ronahiyê dipelîne koka giyan, dihejîne dara hestan,
ronakbûnek di dergehê xwe de vedike li
ber berhem û serancamên balkêş û bedew.
Helbestên Hayku ne wekî kurte helbestên em dizanin tên nivîsandin,
wekî her cure ji cureyên hunerê aliyên
wê yên tê de tên hûnandin hene, li gor pîvan û rêzikên cuda tên nivîsandin,
tiştê herî girîng ku helbesta Hayku bê wate dike ku tu xwe (ezîtiya nivîskar)
tevlî dîmenê ku tu behsa wê dikî, wê demê tu wate di helbestê de namîne û Hayku
cuda dibe, dibe tiştekî din (kurte çîrok, bîranîn, çûrisik, kurte helbest) ....
Hwd.
Di encamê de, HAYKU rengek ji rengên helbesta Japonî ye, tê de
helbestvan hewl dide di riya gotinên hêsan û derbirînên gangaz hestên bicoş û
kûr diyar bike, ango (kurte bêj e, lê nerîn kûr e).
helbesta hayku ji malikekê tê avakirin û ji (17) kîtan pêk tê, li ser sê (3) xêzan tê nivîsandin bi vê şêweyê (7,5,7
)
Şert û mercên Hayîku:
* Diyarkirina demsal û werzên salê, jê re dibêjin KEGO.
*Divê deq girêdayî siruştê be.
*Lêker di dema niha (nihok) de be.
*Xwedûrxistin .
*Seyrbûn û behtandin.
*Kêmkirin û tîrkirina deqê
Ji dema ku Hayku hat pêkanîn û bû helbestek bi teybetmendiyek cuda
li ser destê damezrêner û mamostê yekem Mitso Başo ji sedsala 17 an (1694_1644)
ta niha, di gelek qonaxên dîrokî re derbas bû, belavbûna berfereh ji vî rengê hunerê re di nav
helbesta cîhanî de çi li Rojava û çi li Rojhilat û herwiha di cihê zayînan de,
(Japoniya) hişt ku
gelek helbestvan li ser sînor û regezên kevnar helperikin û
guhertin û pêşketinên nû pêkbînin li gor çandên curbicur yên miletan, lê giyanê
Hayku hate parastin ji aliyên (hesanbûn û gengaziya derbirînan, matmayîbûn û
demên niha)
Çand û kultûrê miletan çêbûne ji bo bi hev re têkldar û têgerîn
bin, ne ji bo dijberî û bevçûnê ye, nemaze di vê seqaya
têknolociya pêşketî û alavên pêwendiyên civakî yên curbicur ku çand ber bi
zemawndiyê ve diçin ji bo avakirina banekî hevbeş ji bo mirovahiyê.
Di Gulana 2019 an de, grûpa haykîstên kurd ku me deqên
xwe diweşandin li ser yaneyên arebî me hewl da ku em yaneke Hayku bi zimanê
kurdî damezrînin û deqên xwe li gor çand û taybetmendiya zimanê xwe binivîsin û
biweşînin; îro Yaneya Hayîku ya Kurdî vekirî ye ji helbestvan û hezkiriyên vî
rengê wêjeyê û her xwestevanekî fêrbûn û
hînbûnê ...
Gurzek deqên Hayîku bi pênûsa min:
Spî ne,
Hêviyan dixemlînin_
Zeviyên pembo
***
Evîna dil,
Her diçe xweştir dibe
Meya kevinkirî
***
Derkirina gotinan,
li ser rûçikên gulê vedide
sorahiya şermîniyê
***
Derkirina gotinan,
Ji bayê evîniyê gur dibe_
şoreşa xuşxuşiyê ye
***
Pişt zinarekî,
bêhina wê min radikêşe;
Binefşa penabûyî!
***
Bihuşta xewnan,
bi tîpên navê te diherike;
Kaniya evînê
***
Pêjnên şevê,
di fincana sibihê de;
bi Qehwê re dihelin
***
Lêvsork,
li ser fincana sibihê_
maça destpêkirinê ye
***
Baskên pirpirîkê,
ranawestin ji reprepê
mijankên çavên min
***
Qewanek sipî,
bi sibihê re dihile_
Rokek dî...
ليست هناك تعليقات: