Helbest-Gumlekê Alan - Ebdulsemed Mehmûd
Gumlekê Alan
Bi awazên bê dengiyê
Dengê kewan
Li dor hev zîz dibin
Çipikên avê kom dikin
Ji ser gumlekê Alan
Li ser dilê zorê re
Dibûrin qada şer
Bi her teqînekê re
Em dibin birînpêç
Gulle dibe terazû
Çi kêlîka dibin pakrewan
Ala serkeftinê ye
Gumlekê Alan
Geşt û derya
Di pozê me re dibûrin
Zerî guliyên xwe
Bi axê dihûnin
Zeviyên kelûpel
Payizokên çav şil
Bi teyrokê diçinin
Hemî helbest û roman
Piştxûz in
Li ber gumlekê Alan.
Agir bi girnijînê vedide
Li pala şermola
Dîrok dimîne
Qermîçokên dapîran
Li gel ( Ey Reqîb ) dijîn
Li pila goriyê
Qamişlo evîn e
Xwîsiya berfê bi moran
Dengê (Beha) digihe stêran
Li Sefîn û Barzan digere
Hemêz dikî gumlekê Alan.
Li ser sînga min
Çiyayek herifî
Ji ber kuç û keviran
Ez li ber şapa zuxuran
Gihiştim binê aniya te
Şeva bûrî min xewn civandin
Hin hêsirê keserê
Di kildankan de çandin
Çend ta ji hilma ne kedî
Li ser berfê gerandin
Şeva bûrî li ser sînga min
Kuştin binê aniya te...
Şeva bûrî Tewanekê rûda
Dadwer kujer azad berdan
Mirîşo şandin zindanê?!
Çerxa bi fetl û dûman
Ezman û çiya û zozan
Bîn dikin gumlekê Alan.
Derfetên çaxa xwezayî
Li ser Sîpan dibeşişe
Li bin qûnaxa tikayê
Rastî kêşeya diweşe
Efrîn.. Kobanî.. Girê Spî
Di bazaran de serkêş e
Hin bi hin, hin laşê min diçe
Fortan lê dibarînin
Hêsirên me bi wan xweş e
Her dîrok li gor hêzê dimeş e
Em jî her bextê me reş e
Sêwî li paş fêrgeh û dibistan
Berxê bavê mino Alan
Xweziya min du hêsir
ji çavên Rojava
Li ser dêmên xwe
Perwerde bikirana
Xweziya heft
Pêlên biskên wê
Li ser aniya min
Şerê sêyemîn
Lidar xistana
Xweziya tiliya min î biçûk
Li ser dêmên wê
Bi lerz û bez bana
Ezê hingî li ber bayê firê bê giranî bim
Pêsîrên dozê hiş û raman
Neviyê rojê, sembol e Alan
ليست هناك تعليقات: