Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Şaxê Dêrika Hemko çalakiyeke rewşenbîrî li dar xist.
Li ser vexwandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Şaxê
Dêrika Hemko çalakiyeke rewşenbîrî li dar xist.
Bi helkefta werzê zimanê Kurdî Îro rêkeftî 28 Gulanê roja Şemî
2022 çalakiyek rewşenbîrî li bajarê Dêrika Hemko di ofîsa PDKS destpêkir bi
amade bûna hijmarek ji endam û siyastmedar, dost û layengirên yekîtiyê.
Di destpêkê endamê desteya cîbicîkar Ehmed Sofî pêşwaziya amadeyan kir mijara semînarê li gor
bernameyê (Jînîngerî û berhemên Xudê jê
razî helbestvan û nivîskar Şêx Ehmedê Şêx Salih) da diyar kirin piştî xuleyeke bêdeng li ser canê şehîdên Kurd
û Kurdistanê .
Semînara îro ji bal
mamosta Mehmed Emîn Şêx Salih ve hate pêşkêş kirin wekî mijareke gelekî girîng
li ser jînîngerî û berhemên Şêx Ehmed yên nehatîn çap kirin .
Di dawiyê de mijar zengîntirîn bû dema hin amadeyan çend
pirs û hem têkilî li ser mijarê kirin.
Dêrka Hemko
28-5-2022
Her bijîn hêjano
ردحذف