Ebdulhekîm Ehmed Muhemed-Zimanê kurdî
Pênûsa Azad-Hijmara 11an
Pêşiyan gotine: Ziman welat ava dike û welat jî ziman xwedî dike.
Bi dirêjahiya dîrokê re û di pêvajoya hebûna mirov û mirovatiyê de,
mirov di gelek qonax û hengaman re derbas bûye, her tim jî pêş diket û ber bi
vejandin û nûkirinê ve diçû, bi pêşketina wî re ziman jî derdikete ser qada
hebûna têkilî û naskirinê, ev zimanê ku bi xwerist û rewişta mirovatiyê re der
bûye û pê re ava bûye, çi bi liv û tevgera laş û destan ji bo ku mebestekê
diyar bike û çi jî bi derketina hinek deng, dengok û peyvên ne diyar û tênegihiştî
ji gewriya wî, ta ku bû zimanekî têgihiştî û ji wî zimanî hemû komik, gurûpên
ziman derketin û di cîhanê de belav bûn.
Bê guman, ziman çand, şaristanî û hebûna her miletekî ye, ziman şêweyeke têkilî û têgihiştina mirovane ye, bê ziman qet milet pêş nakeve û di nav vê qerebalixê de namîne û dê biruxwe û têk here, mirov jî ji hezarên salan ve zimanê xwe parast da ku bi riya wî pêş bikeve û şareza bibe, lê dîse jî gelek milet û şaristanî têk çûn bi têkçûna zimanê wan, bi hezarên zimanan winda bûn û tiştekî wan nema bi sedema neparastina ziman ji layê wan miletan ve, lê hin miletan karîbûn zimanê xwe biparêzin û bi parastina ziman xwe jî hiştin û li ber xwe dan da ku têk neçin û ne helin wek wan miletên ku bê şûnwar man.
Çanda her miletekî zimanê wî yê dayikê ye, ku ziman ne be, ne çand,
ne şaristanî û ne jî milet nîn e, lewma
em jî wek miletê Kurd bi ziman û çanda xwe ve girêdayî ne ji bo
avakirina vê têkiliyê di navbera ziman û kelepûrê jîngeha ku ev ziman tê de dijî,
û parastina çandê pêdiviyê parastina ziman e, fêrbûn û zanîna çi zimanî ew e
zanîna şaristanî û çanda milet.
Kurdistan bingeha şaristanî û pêşketinê ye, ji hezarên salan ve, bapîrên
kurdan gelek emperatorî, mîrnişîn û welat ava kirine, şaristaniya Mîdî, Somerî,
Îlamî û Sasanî …td. Ev xak kirin cihê zanîn û pêşketinê, cihê çandinî û
pîşesaziyê, yekemîn milet nivîsandin û çandinî, pîşesazî û kedîkirina ajelan
pêk aniye miletê Kurd bû, li gorî gelek raport û lêkolînên nû, tê xwiyanî ku
Kurdistan bingeha şaristaniya herî kevnar e di dîrokê de, û miletê Kurd
kevintirîn milet e li ser vê xakê û ji miletê herî kevnar e di cîhanê de, û
Kurd ji wan miletê ku zimanê xwe parastine û dijî hemû binpêkirin, zordariya
ramyarî, zimanî û nijadî, bindestî û hewldana helandina wî rabûye, xwe
ragirtiye û maye ta weke vê kêlîkê, lewra zimanê kurdî hebûn û dîroka xwe ya
dûvdirêj tekez kiriye, û lêkolîna herî dawî li ser ziman, netew û nijadê bi
berferehî vî tiştî diyar dike ku 13 zaniyarên cîhanî bi hevpariya gelek zanko û
navendên lêkolînan ên cîhanî tekez kirine ku zimanê kurdî zimanê dayîk e ji
komik û malbata zimanên Hindo-Oropî re, ji ber ku malbata zimanên Hindo-Oropî
ji Kurdistanê (bakurê Kurdistanê – devra Enadolê) derçûye bi pêşketin û
belavbûna çandiniyê ji 8000 ta 9500 salî berê, ev lêkolîn jî di kovara zanistî
ya Amerîkî (Science) ya herî navdar de hatiye belavkirin, herwiha zanyar û
şûnwarnasê Amerîkî profosor Robert John Braidwood vedîtinek diyar kiriye ku
veguhestina ji jiyana nêçîrvaniyê bi ser jiyana çandiniyê ve li bakurê
Kurdistanê çêbûye ji 6000 ta 10000 sal berî zayînê ve, û gotiye ku miletê Kurd
ji miletên herî pêşî ye ku çandinî û pîşesazî pêşxistiye û dev ji şkeftan berdaye
ji bo di mal û xaniyan de bijî û alavên
rojane yên herî pêşketî pêk bêne di wê demê de.
Çand, ziman û şaristaniya me xak û şûnmayên li kurdistanê wan di
çewisînin, vêce giring e ku em li zimanê xwe hêjî xwedî derkevin û bihtir taybetiyê
bidinê da ku ew pêş bikeve û pileyeke bilind û bi nirx di nav zimanên cîhanê de
cih bigire.
Li gor raportekê di govara "Le français dans le monde" ku
ew govareke fransî ye, di sala 2008 an de, jimara 355, lîsta zimanên bi bandor
di cîhanê de belav kiribû û zimanê kurdî jî pileya 31 ê standibû di nav
88 zimanî de li cîhanê û şeşhezar û heştsed zimanî de ku ew jimara zimanên
cîhanê bi tevayî ye, û berî du salan jî toreya Googlê zimanê kurdî têxiste programên
wergerandinê de, ev tişt dide xwiyanî ku zimanê me ro bi ro pêş dikeve û cihê
xwe di nav zimanên cîhanê de digire.
Lewma, hêvî ew e ku emê bihtir xwe bidin xwiyakirin û çanda xwe diyar bikin bi pêşketina zimanê xwe û bi dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî.
ليست هناك تعليقات: