Gewre û serkirdeyên Kurd Pakrewan, Ebdurehman Qasimlo-
( 1930-1989).
Seîd Yûsif.
Konevan û siyasetmedarekî bi
nav û deng e, ji kurdê Rojhilatî Kurdistanê ye, Ekadîmî û Mamosta yê Zankoyê bû. nav û dengê Qasimlo
belav dibe, li hemî deverên Kurdistanê û Îranê, weke Mirovekî Aştîxwaz, û
serkirdeyekî Kurdperwer.
Jiyan,û xwendin :
Ebdurehman Qasimlo, ji dayik
bûye, li devera Urmiyê, 22/12/1930/.
Di hembêza malbateke
dewlemend û navdar de.
Bavê wî Mihemed Axa ji Hoza Şikakî ye. şêwirmendê Şahê Îranê bû.
Qasimlo xwendina xwe ya seretayî
û navîn û duyemîn li bajarê Urmîyê û Tehranê bi dawî tîne.
Di Sala 1948 an de, berê xwe dide bajarê Stenbolê,
bo xwendina bilind, lê belê Qasimlo digihêje baweriyekê, ku xwendina Ewropa yê
bi sûd û baştire, û ji ber vê yekê, ew berê
xwe dide Ewropayê, û digihêje Parîsê paytexta Ferensayê bi alîkariya nivîskar û
wêjevanê Kurd yê qedir bilind Şehîd : Mûsa Enter, û dest bi xwendina xwe ya
bilind dike, lêbelê ew xwedina xwe bi dawî nîne, loma ew berê xwe dide, Dewleta
Çîk Slovakya, û li wî welatî bawernameya Diktora di Zanistiyên Aborî bidawî
tîne, û dibe Mamosta yê pispor, di zanistiyên Aborî û Siyasî li Zankoya Şarl li
bajarê Birag.
Qasimlo li Çîkya yê, keçekê bi navê Hêlîn Krolîtiş nasdike…
û dibe hevjîna wî, çar zarok jêrr çêdibin : du keç bi navê :Mîna û Hêwa.
Û du law.
Paşre D. Qasimlo vedigere Ferensayê û li Zankoya Sorbon li Parîsê dibe Mamosta yê Ziman û Rewşenbîriya
Kurdî ta sala 1961 .
Herwiha Qasimlo tê naskirin
weke Mirovekî rewşenbîr ji asteke bilind. Loma ew bi heşt zimanên biyanî baş
zanî bû : Farisî, Erebî, Ezerî, Frensî,
Ingilîzî, Çîkî, Rûsî, ji bilî zimanê Kurdî.
Û pak bû di hinek zimanên din de weke : Elmanî, û Slovakî, û
Polendî .
Xebat û karê Siyasî :
Tê xuyakirin ku Qasimlo, weke
Mirovekî welatperwer û hezkirê Milletê xwe, û girêdayî bû bi êş û azarên welatê
xwe, ji ber vê yekê, ew vedigere Kurdistanê, dema hinek Dîmoqrasî û derfetên karê
siyasî çêdibe, di bin desthilata hikûmeta Mûsedeq sala 1952 an de.
Qasimlo beşdarî damezirandina
Yekîtiya Ciwanên Dîmokratî li Rojhilata Kurdistanê di sala 1945 an de. Ew weke dezgehekê
ji dezgehên girêdayî bi, PDK-Î’YÊ.
Paşre ew karê siyasî dike di hemû
rêxistinên partî û desteyên wê de,û di encamê de, tê hilbijartin di kongirê sisyan
de bo sekreterê giştî yê PDK-î. Ji sala /1973-1989/.
Qasimlo tê pesindan weke
Mirovekî Aştîxwaz û demokratîk û xwedî raman û zîrek . û Serokê Kurdan.
Têkilîyên wî xweş bûn bi
Dewleta Sovyêtê re. Û hinek tevgerên Siyasî yên Çep, û Sosyalîst li Cîhanê.
Qasimlo dema vegera wî bo welatê
xwe, girîngiyeke taybet, û stratejîk dide yekbûna tevgera Çepên Îranê û tevgera Neteweyî ya
Kurd. Heta sala /1973/.
Paşre, astengî û dijîtî, ket
navbera her du aliyan, û ji hev dûr dikevin, û tevgera kurdî bi serokatiya wî ber bi têkoşîna çekdarî ve diçe.
loma Qasimlo girîngiyê dide sazkirina,
hêzên Pêşmerge.
Û têkilîyên xwe bi Rêxistina
: "Pêşmergeyên gel " re avadike di sala /1975/an de. Û tevgera Komele
ya Çep.
Lê mixabin ew têkilî, qulipîn
şerekî dijwar di navbera, her du aliyan de. û şer berdewam dike ta sala
/1978/an de.
Dûre Qasimlo berê PÊŞMERGE yên
xwe dide hukûmeta Şahê Îranê, û heşt Bajar û bajarokên kurd rêzgar dike, ew ji
wan re dibe weke bingeha Dewletek Fîdralî ya Kurdî.
Di sala /1979/an de. Qasimlo,
erêniya Şoreşa Xumeynî kir û nameyek Aştîxwaz jêr e pêşkêş kir, lê mixabin
Xumeynî, got ev piştgirî karekî xapandin e. Û daxwaza radestkirina çekên Pêşmerge
dike, yan cenga giştî dijî "dijminê Xweda" Qasimlo… û tevahiya Kurdan.
Lê mixabin Pêşmerge şikestin.
Qasimlo hewil dide ku rêkeftinekê
vê carê bi BENî SEDIR re ava bike, lê ev hewldan ne hat pejirandin.
Şoreşa Qasimlo û kêşe û
berxwedana wî dijî Rêjîma Xumeynî berdewam dike ta sala /1984/an.
Lê mixabin Şoreş şikest, û
Qasimlo vegeriya Parîsê û tevlî Tevgera berxwedana Îranê, û opozîsyonê, dibe
dijî rejîma Xumeynî.
Lê belê weke hûn dizanin, ku
di wan salên cenga dijwar de, di navbera Îran û Iraqê de /1980-1988/an de.
Îran derket ji wê cengê, weke
dewletek lawaz û qels û bêhêz, loma erêniyê dide bo
gotûbêjan, û derfeta diyalogê, ya ku dest pê dike ji
Sala 28/1/1988
Li Vîyena yê paytexta dewleta
Nêmsa yê, bê aliyên garantor, û bê kontrol...
diyalog nêzîkî heft mehan dewam dike , heta bawerî ji alîyê Qasimlo û hevalên
wî hate standin, lê mixabin gur tu carî nabe dostê Beran. Û herwiha di şevek
reş û tarî de dijminê xedar û bêbext, derbasî Odeya şandeya Kurdî dibin, û
Qasimlo û her du hevalên wî : Ebdela Qadirî Ezer, nûnerê Partî li Ewropa yê, û Fadil
Resûl Rojnamevan û lêkolîner ê Kurd li Zankoya Viyêna yê. bi debançeyek bêdeng hemiyan
dikujin, bi biryareke yekser ji Haşimî Refsencanî, û bi beşdariya Ehmedî Necadî,
û çavdêriya Savaka Îranê,di /13/7/1989/. Û di/20/7/ an de cenazeyên wan tên
veşartin di Goristana Gewreyan , "PÊR LA CHAISE" li PARÎSÊ.
Ew komkujî hate şermezarkirin
ji gelek aliyên siyasî, lê mixabin hukûmeta Nemsa yê ne dilêş û ciddî bû, tev
ku hemî nîşan û delîl li cem wê hebûn,lê piştî çend salan tekez kir ku Ehmedê Necadî
yek ji beşdariyn bû .
Herwiha bi van kiryarên Hovane û tracîdî jiyana Qasimlo û
hevalên wî bi dawî hat, lê belê dijmin baş dizane ku kurd wê her û her bijîn û
namirin.
Berhem û simînar :
Qasimlo gelek simînar û gotar
û lêkolîn amadekirin, lê mixabin tu agahî li ser wan min ne dîtin.
Pirtûka wî ya bi navê :
Kurdistan û Kurd. Xwendinek aborî û siyasî, çapa yekem, /1970/ê. Beyrût -Libnan.
Li ba min heye. Ew
Pirtûka din bi navê : Milletê bê Welat"
ew li ser rewşa rojhilatî Kurdistanê ye û
azarên dighên milletê kurd ji aliyê dewleta Îranê .
Dilovanî bo giyanê
Qasimlo û hevalên wî, û hemî pakrewanên Kurd û kurdistan.
Jêderên gotarê hemû bi zimanê Erebî
ne :
Waykîpîdya.
Û hinek malperên eliktronî.
-Yekîtî Mîdya. Org. 12/7/2020.-Rojnews.news-
13/7/2020 /.
Bo bîranîna /33/ê yemîn. /13/7/2022.
ليست هناك تعليقات: