Bi hilkefta 77emîn salvegera damezrandina PDKÎ NûneratiyaY N K S li Ewropa peyameke pîrozbahiyê şand
| |
Rêzdar: Partiya Demokrata Kurdistana Îranê
Bi hilkefta 77emîn salvegera damezrandina PDKÎ, pîrozbahiyên xwe yên gerim pêşkêşî binemalên şehîdan, serkirde, endam, pêşmergeyên qehreman yên PDKî û tevaya gelê me yê xweragir li rojhilata Kurdistanê dikin, bi hêviya siberojeke geş bo gelê me û bidestveanîna mafên neteweyî yên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê.
Xebat û têkoşîna Gelê Kurd li Rojhilat herdem cihê serbilindî û şanaziya me ye, her ji şoreşa Simkoyê Şikak, Komara Kurdistan, Pêşewa Qaziyê nemir, Dr. Qasimlo û Şerefkendî .., û hewlên niha yên yekrêziyê û yekxistinê di nav herdu baskin demokrata Kurdistan de bi bilindî dinerxînin û hêviya serkevtinê bo we yên rêzdar dixwazin û vê pêvejoyê bi pêngaveke pêwîst û girîng dibînin û li we û li tevaya kurd û Kurdistanê pîroz dikin.
17.08.2022
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa
ليست هناك تعليقات: