Peyama pîrozbahiyê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi hilkefta yekgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Rêzdar: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Li ser navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, yekgirtina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê pîroz dikin û bi gaveke girîng û dîrokî dibînin, lew destxweşiyê li rêberayetiya we ya xebatkar dikin û herwisa pîrozbahiyên xwe yên gerim pêşkêşî binemalên qidirgiran yên şehîdan, pêşmergên qehreman, zindaniyên siyasî, endam û alîgirên Hizba we ya xebatkar dikin.
Mizgîniya yekgirtina demokrat dilê her kurdekî xweş kir, û em di wê baweriyê de ne ku wê kartêkirinek girîng ya vê yekgirtinê li xebata gelê kurd li Rojhilata Kurdistanê hebe, û hêvîxwazin ku pêvajoya yekgirtinê serbikeve û herwiha çanda yekgirtin û yekrêziyê di nav tevgera rizgarîxwaza kurdistanê de bihêz û qayîmtir bibe.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
ليست هناك تعليقات: