Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriya Şaxê Dêrikê yekem siminara hefteya rewşenbîrî lidar xist.
Îro rêkeftî 19-9-2022, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi alîkariya Ofîsa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, dest bi yekemîn roja hefteya xwe ya rewşenbîrî kir, piştî xuleyek bêdeng li ser canê şehîdên Kurd û kurdistanê.
Li destpêkê mamosta Ehmed Sofî endamê desteya cîbicîkar ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya kurtepeyvek pêşkêş kir, û piştre mamosta Luqman Yusif Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya bixêrhatina amadebûyan kir.
Piştre mamosta Nayif Cibîro cêgirê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, gotarek li jêr navê "Nakokiyên Kurd û Bîrdanika windayî" pêşkêş kir
Hêjayî gotinê ye ku yekem roja hefteya rewşenbîrî ji demjimêr 10:30 ta12 Nîvro berdewam kir, bi amadebûna hejmarek baş ji siyasetmedar, nivîskar û kesayetiyên civakî yên devera Dêrikê.
Hêjayî gotinê ye ku mamosta Nayif li ser gelek babetan rawesta û bi şêweyek hêsan şirove kirin,
Piştî dawiya gotarê çend amadeyan
têkildarî û hin pirs jî kirin.
Nivîskar û rewşenbîr: Melevan Resûl.
Helbestvan: Lorî Tildarî .
Nivîskar: Mehmûd Ebdo .
Helbestvan: Leyla Qemer.
Helbestvan: Xoca Ferec
Siyasetmedar:Hesen Çep
Siyasetmedar: Cemal
Siyasetmedar Elî bavê Dijwar
Nivîskar:Şemis Enter
Û çend destxweşî ji bal amadeyan hatin kirin li yekîtiyê û partiya PDK.S ji bo vê dervet û alikariyê.
ليست هناك تعليقات: