Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- Şaxê Dêrikê di çarçoveya hefteya Rewşenbîrî de çarem simînar lidar xist
Îro rêkeftî 22-9-2022, Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi alîkariya Ofîsa Çand û Ragihandinê ya Partiya
Demokrata Kurdistan- Sûriya, dest bi çarem roja hefteya xwe ya rewşenbîrî kir.
Li destpêkê mamosta Birahîm Qasim
endamê desteya çîbicîkar a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya kurtepeyvek
pêşkêş kir, û bixêrhatina amadebûyan kir. piştî xuleyek bêdeng li ser
canê şehîdên Kurd û kurdistanê.
Piştre Siyasetmedar Ebdulkerîm Mihemed endamê Polîtbîriwa PDKS gotara xwe ya li jêr navê "Rêxistin û
jîwariya siyasî pêşkêş kir
Hêjayî gotinê ye ku çarem roja
hefteya rewşenbîrî ji demjimêr 10:30 ta12ê Nîvro berdewam kir, bi amadebûna
hejmarek baş ji siyasetmedar, nivîskar û kesayetiyên civakî yên devera Dêrikê.
Li dawîya semînarê çend têkildarî û
pirs jî hatin kirin.
ليست هناك تعليقات: