27'emîn Mihrecana helbesta Kurdî li rojavayê kurdistanê hate lidarxistin
Îro rêkeftî 28-10-2022 li hola Zana li bajarê Qamişlo 27emîn Mihrecana helbesta kurdî bi amadebûna hijmarek ji helbestvan û rewşenbîr û siyasetmedar û kesayetên civaka sivîl hat lidarxistin.
Piştî xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê li gel sirûda niştimanî Eyreqîb,mamosta Ebdulsemed bavê Helbest peyva komîteyê pêşkêş kir, û piştre nêzîkî 40 helbest ji aliyê helbestvanan ve hatin pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku di navbera xwandina helbestan de, çend stran ji aliyê van hunermendan: Se`d Ferso- Me'sûm şikakî- Baha Şêxo- Fewaz Ebû Dilo ve hatin pêşkêşkirin.
Hêjayê gotinê ye ku salane Komîteya Mihrecanê xelata xwe ya salane bo helbestvanekê pêşkêş dike, û îsal jî Mamosta Nivîskar û lêkolîner û helbestvan Birahîm Qasim bi vê xelatê hat xelatkirin, û wî jî bi şanazî xelat wergirt, û kurtepeyvek pêşkêş kir û tê de spasiya komîteya Mihrecanê kir, û herwiha helbestvan Qasim Merîka bi xelata şanaziyê hat xelatkirin.
ليست هناك تعليقات: